Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî”: “Celal Melekşa helbest kiribû bi çepera niştîmanê”

18:05 - 1 Çirriya paşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta koça dawî ya helbetvanê gelê Kurd Mamosta “Celal Melekşa” peyama hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama Hevxemî

Mixabin mirineke necih di wê Payîzê de, mezinekî din ji gelê me stand, helbestvanê xwedî helwest û netewî, “Celal Melekşa” roja Şemî çû ser dilovaniya xwe û herçiqas ku bi ceste niha di nav xelkê de nemaye, lê helbestên wî wekî kela welatpeweriyê û bi berdewamî û hertim zindî di hundirê dilê gel de ye.

“Celal Melekşa” helbest kiribûne çepera niştiman û peyv kiribûne bi çek bona dijatiya dujminan û bi rastî gel pir ji wî hez  dikirin û bona koça dawiya wî daxdar in.

Bi hilkefta koça dawî ya helbestvanê nîştimanperwer û netewî, “Celal Melekşa”, em sersaxiyê didin malbat, kesûkar û tev civaka wêjeyî ya Kurdistan û tev welatperwerên Kurd.

Riha wî şad û bîr û yada wî bi bilindî û hertimî be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

11`ê Xezelwer a 1399`an a Rojî

1`ê Çirriya Paşîn a 2020`an