Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mistefa Hicrî” di peyamekê de pîrozbahî li “Mesûd Tek” kir

11:14 - 5 Adar 2020

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, di peyamekê de bi boneya dawîhatina 2`emîn kongereya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û hilbijartina “Mesûd Tek”, wekî Serokê Giştî yê wê Partiyê pîrozbahî kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar “Mesûd Tek”

Sekreterê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Tevî silavekî gerim

Em agehdarin kirin ku kongereya we bi awayekî serketî dawî pêhatiye, û tuyî rêzdar jî, wekî Sekreterê Giştî ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê hatiyê hilbijartin.

Em bi wê boneyê pîrozbahiyekî gerim pêşkêşê teyê rêzdar û tev endamên rêberayetî yên nû hilbijartî û bi giştî Partiya Sosyalîst dikin û em hêviya serketinê ji bo ve dixwazin.

Em alxahînin ku birayetî û pêwendiyên dostane yên du Partiyên Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dê her berdewam bin.

“Mistefa Hicrî”

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

15`ê Reşeme a 1398`an

5`ê Adar a 2020`an