Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî di rêûresma sondxwarina yasayî ya serokê Herêma Kurdistanê beşdarî kir

17:22 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia:  Rêûresma sondxwarina yasayî ya serokê nû yê Herêma Kurdistanê, di civîneke taybet a parlemana Kurdistanê de hate lidarxistin.

Roja Duşemî 20`ê Cozerdana 2719`an, (10`ê Hezîrana 2019`an), di civîneke parlemana Kurdistanê di rêûresmeke taybet de û bi amadebûna sedan mêhvanên Kurdistan, Îraq û cîhanê, Nêçîrvan Barzanî, serokê hilbjatî yê Herêma Kurdistanê, sonda yasayî xwar û wekî serokê Herêma Kurdistanê destbi kar bû.

Di vê rêûresmê de, şandeke PDKÎ, bi serperestiya Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê hizbê beşdarî kir, ku tevî pîrozbahîkirin li serokê nû yê Herêma Kurdistanê, li ser siyaseta piştevanîkirin li Herêma Kurdistanê tekez kir û vê kiyana siyasî weke destkefteke girîng a neteweyî bi nav dikin.

Rêûresma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî, di Hola Se`id Ebdula, li paytexta Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.

Bo vê rêûresmê, di asta cîhanê de, 1200 mêhvan hatibûne gazîkirin.

Li dîroka Herêma Kurdistan û Îraqê, ev rêûresma herî mezin û di asteke herî bilind de bû ku, bo cara yekem bû rêûresmên bi wî awayî tên lidarixistin, û armanca vê jî ev bû ku, bibe hewlek bo nîşandana Herêma Kurdistan û dezgehên bilind ên wê ji cîhanê re.