Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Em gelek in û emê bi hev re bigihin armancê

12:21 - 26 Kanûna Paşîn 2020

“Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 2`ê Rêbendan, salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li ser Twittera xwe peyamek belav kir.

Roja 2`ê Rêbendanê hêviyên rizgarîxwaziya gelê Kurd bi tîrêjên xwe gihiştin asteke nû. Xebata me gelek astengî, hevraz û nişîv dîtine û gelek caran rastî veqetiyanê hatiye. Lê belê bila heval û dujmin jî bizanin ku hîn em li ser soza Komarê mane û emê di vê rêbazê de gavan bavêjin.

Em ji astengiyên li pêşberî xwe di vê rêyê de natirsin. Em gelek in û emê bi hev re bigihin armancê.