Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Hikmê dadgeha Swêdê ya li dijî Hemîd Nûrî, biryareke dîrokî ye

18:45 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2022

Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ li peyamekê de tevî pêşwazîkirin ji biryara dadgeha Swêdê ya li dijî dîplomat terorîst yê rejîma Îranê Hemîd Nûrî, daxwaza dadgehîkirina karbidestên din yên rejîmê, li Îraneke azad de kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hemîd Nûrî pastar û alîkarê cinayetkar yê girtîgeha Gewherdeştê ku li piroseya bidar vekirina girtiyên siyasî yên li sala 1367an de di wê girtîgehê de dest hebûye, di mehkemeyeke bê alî de û li dadgeheke dadperwerane de li welatê Swêdê, cezayê hepsa heta hetayî li dijî hat birîn.

Herçiqas ev nîgeraniya jî he ye ku, di pêşerojê de navbirî digel yek an çend girtiyên Swêdî yên ku li girtîgehên Îranê de bi barmite girtine an jî renge bên bigrin, bê guherîn, lêbelê dana wî hikmî belgeyeke bihêz a din bû ku li dijî cinayetên rejîma Îranê û ji aliyekî din ve jî, serkevtineke mezin bû bo malbatên qurbaniyan û hemî azadîxwazên Îranê.

Bi hêvya vê yekê ku cinayetkarên din ên vê rejîmê li pêşerojeke nêz de li dadgeheke dadperwerane de li Îrana piştî sernixûniya rejîma Îslamî de, bigihîjin cezayê xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

15ê Tîrmeha 2022an

24ê Pûşpera 1401an