Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Hilbijartinên Lubnanê pêngavek li dijî rejîma Îranê ye”

19:27 - 20 Gulan 2022

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” li derheq hilbijartinên Lubnanê de ragihand ku: “Hilbijartinên Lubnanê pêngavek li dijî rejîma Îranê ye”.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” di peyameke “twtterî” de belav kiriye :Herçawan ku Komara Îslamiya Îranê wekî tev ev welatên din ku destê wê gihîştiyê, trajîdiyek wisa jî li serê Lubnanê de aniye ku, dê di demek kin de aramiyê bi xwe ve nabîne, û di wî halî de jî encama hilbijartinên vê dawiyê yên Lubnanê, pêngavek destpêkî ye lê, girîng li dijî rola rejîma Îranê di Lubnanê de.

Herwisa Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” bas ji vê jî kiriye ku, ev rewta di zêdebûna bêbaweriya xelkê li derheq rejîma Îslamiya Îranê de, hem li navxwe û hem jî li derveyî Îranê berfirehtir dibe.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” ragihand: Em piştevaniyê ji vê rewtê dikin.