Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Ji bo me têkbirina sîstema Komara Îslamî armanceke micid e

23:21 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di axavtinekê de derheq rewş Kurdıstana Îranê, bas ji ferq û cudahîdanîna sîstematîk di Îrana li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de kir, û ragehand ku têkbirina Komara Îslamî ji me Kurdan re armanceke cidî ye.

Deqa gotara navbirî, weha ye:

Em û “yên din” ên hikûmeta Îranê

Îranê erdnîgariyeke çendneteweyî heye, û aliyê kêm şeş neteweyên mezin û çend kêmanî û pêkhateyên din tê de dijîn. Her yek ji wan neteweyan xwediyê xak û nîştimana xwe ne. Neteweya Kurd yek ji wan neteweyan e ku nêzîk bi %10 ji akinciyên Îranê pêk tîne, û di parêzgehên Urmiye û Sine û Kirmaşan û Îlamê û beşên din ên vê erdnîgariyê de dijîn. Herçend ku ew neteweyane ji dîtingeha siyaseta dewleta Îranê ve wekî kêmanî têne hesibandin, lê li ser hev piraniya akinciyên rûniştiyên Îranê pêk tînin. Serbarê çendrengî û çendnetewebûna Îranê, pêkhateya hikûmeta niha û ya berê digel vê çendrengiyê yekreng nebûye, û ya ku hebûye înkar û helandin û nehêştina van cudahiyan bûye. Deshilat di navendê de ji aliyê neteweya serdest ve hatiye qorixkirin û di hevkêşeyeke bi navê “navend-derdor” (navend-perawêz) de, pirsa çendneteweyî di Îranê de, tu demekê di destûra bingehîn û gotara nasyonalîzma Îranî de pêgeheke wê tunebûye. Belku wekî kêşeyeke hestiyar û pirseke emniyetî hatiye şirovekirin. Hertim di gotara nasyonalîzma Îranî de merem ji “navend” neteweya serdest ya Fars bûye ku neteweyên bindest wekî “yên din” (bîhanî) bi nav dike.

Lê di nav Kurdistanê de bi sedema pêşîneya azadîxwazî û asta bilind ya serwextî û hişyariya neteweyî her di destpêka sazbûna wê û bidestvegirtina deshilatê ji aliyê Komara Îslamî ve, bûye qada berxwedanê, ku di bîrdanka dîroka xwe ya biçirûsk û bişewq de wekî çepera azadiyê tê naskirin. Xomêynî di 19.08.1979-an de fetwaya cîhadê li dijî Kurd derkir, ku heya niha jî ew yek berdewam e. Di encama vê siyasetê de metirsiya cidî li ser nasname û ewlehiya neteweyî ya Kurd hatiye çêkirin, ku çendîn biyavên curbicur bi xwe ve digre.

Herçend ku stema neteweyî li hemû bindestan tê kirin, lê di Kurdistanê de ew stem çend qatan zêdetir e. Di çarçoveya stema neteweyî de, navçeyên neteweyên xeyrî Fars, rengûrûyê  erdnîgariya serkut û dagîrkariyê bi xwe ve girtine.  

Merem ji stema neteweyî ew rewş e ku li gora pîvana aborî, siyasî, civakî, û ewlehî û li çav navendê, herêmên neteweyên xeyrî Fars stem li wan tê kirin, û têne çewsandin. Taybetmendiya navendgerî  û dewr û rola yekalîker ya îdeolojiya nasyonalîzma Îranî weha kiriye ku nasnameya navendê li dijî nasnameya “yên din” be. Di vî biyavî de her biryar yan piroseyek ku ji navendê ve berbirûyê hebûn û mana Kurd û neteweyên din bûye, rasterast nasname û ewlehiya wan kiriye armanc. Deshilatê di Îranê de wateyeke xwesepîner û dagîrker heye û berdewam hewl daye ku hemû serwet û saman û çavkaniyên navçeyên neteweyî talan û kuntrol bike.

Dijberîkirina mafê diyarîkirina çarenûsê, serkuta sîstematîk û nebûna derfeta çalakiyên siyasî û yasayî û talankirina serwet û saman û çavkaniyên Kurdistanê û veguhastina wan ber bi navendê û koçkirina bi milyonî ya akinciyan û hewldana bo guherîna demografiya Kurdistanê û anîna bikom ya karbidest û berpirsên îdarî û birêveberên bîhanî ên ser bi Spaha Pasdaran û hêzên ewlehiyê, û piştguhxistina bijardeyên Kurd, kuştina rojane ya kolber û kasibkaran û teqekirina li jîngehparêzan û çalakên medenî û mafê jinan û bidarvekirin û girtin û bêserûşûnkirina lêkolerên kurd, veguhastina çavkaniyên avê, têkdana jîngehê û şewitandina daristanên berbiniya Zagrosê û mînrêjkirina navçeyên sînorî, milîtarîzekirina gund û bajaran, emniyetîkirina ,îdare, xwendingeh, mizgewt û cihên giştî mînakên selimandina vê rastiyê ne ku bi tewahiya wateya peyvê pêwendiyeke dagîrkarî û çewsandinê bi ser Kurdistanê de zal e.

Peyrewkirina sîstema perwerdehiyê, û ragehandina îdeolojîk di pêxema bicihklirina vê bîrokeyê de ye ku Îran yek netewe ye, û neteweyên din qewm û hûrdeçand in. Asimîlekirina ziman, dîrok, nasname, deb û nerît, û bi awayekî giştî hewla têkbirina wan û helandina wan e ku di mediya û pirtûkên dersî, şano, sînema, û pirojeyên emnî û ferhengî de reng vedaye, xala balkêş, bicihbûna siyaseta înkarkirin û çewsandinê di deqa yasayên Îranê de ye.

Pîvaneke girîng ku di warê stem û ferq û cudahîdanînê de çend qat zêdetir balkêş e, mijara vegeşîna aborî û civakî û mijarên pêwendîdar bi vê yekê ne. Di serdema hevçerx de navendê hewl daye ku tevî guherîna demografiya herêmên neteweyî, wav herêman di asteke nizm de rabigre, û wan ji standardên jiyana îroyîn bêpar bike. Dahatek ku li aboriya yekberhemiya Îranê tê bidestxistin, û samana giştî a vî welatî ji bo pirojeyên emnî û çandî  û leşkerî tê xerckirin, ku her ew jî, armanca wê pêkanîna astengiyan e li ser riya neteweyan bona gihîştina bi mafên xwe. Amarên rejîmê ên fermî bixwe pîvaneke din in bona nirxandin û berhevdanîna vê nehevsengiyê. Bo mînak li parêzgeha Îlamê di warê xweşewitandina jinan û akinciyên wê di asta Îranê de pileya yekem heye. Parêzgeha Kirmaşanê di warê bêkariyê de pileya yekem heye. Bi rêje be jî, bajar û navçeyên din ên Kurdistanê di biyavê van diyardeyan û komeke kirîzên din bi berhevdanîna digel gist herêmên din zêdetirîn pişk ber ketiye.  

Stema neteweyî di Îranê de li ser du stûnan xwe ragirtiye, yekem, pêkhateya hikûmetê û yasa û deshilata wê ye, û ya duyem jî bi nav opozisyon, rewşenbîr, akadimisyen, û teorisyenên çemk û têgeha “Îranşar” û şovenîzma Îranî ye ku gotar û mijaran berhem tînin, û didanên ser zarê deshilata stemkar, da ku hêcetekê ji bo sed salan çewsandinê ava bikin. Heta beşek ji bi nav opozisyonê zêdetir ji vê ku taya (ta û lerza) herifandina rejîma siyasî ya niha hatibe wan, nîgeranê bêcî yê siberoja xaka Îranê ne, û tirseke veşartî hene ku di nava rûpelên nivîs û helwest û boçûnên wan de eşkere dibe.  

Deriyê berjewendiya neteweyî ya Îranî li ser koka serweriya “yek netewe” dizivire. Her mijarek ku girêdayî be bi hezkirina li qorixkirin û pawanxwaziya wan ve, neteweyî, pêşketî, û fermî tê hesibandin, û biyavê yasayî pê tê dayîn. Di hember de ya ku pêwendî bi hezkirina pawanxwazane ya wan ve, wekîn neteweyî, pêşkevtî, û fermî tê hesibandin, şovînîzma navendê, wekî neteweyî, xelkserdestiya ayînî, nasyonalîzma Îranî û nasyonalîzma medenî tê zanîn, di hember de dengê azadîxwazî û tevegra neteweyî û demokratîk ya “ên din” wekî tayifegerî, qewmgerî, nasyonalîzma qewmî, tevdanîkarî, girêdayîbûna bi bîhaniyan, cudahîxwazî, û derbazbûna ji hêla ewlehiya neteweyî û serweriya navendê hatiye şirovekirin,  û di rastî de cewhera rastîn ya gotara navendê ye ku di teorîzekirina şovînîzma “bastangera” (kevnarxwazî) ya serdema Pehlewî û piştre di serdema Komara Îslamî de rehên wê ên dîrokî diyar in.

Di Komara Îslamî de, Îrana Îslamî ew têgeh bûye ku bi riya hejmûna zimanê Farsî, xwendineke taybet ji “yek ayîn” û vegeriyana bo nirxên şaristanî hatiye pênasekirin, û edebiyat û deqa taybet li ser berhem aniye. Stema neteweyî di bingeh de bi riya danîna sînorên newekheviyê di navbera navend û “ên din” de pêk hatiye, ku biyavên erdnîgarî, aborî, siyas, yasayî, çandî, zimanî, jîngehî, û ayînî heye. Di vê jîngeha siyasî û hizrî de ye ku riya gihîştina  piraniyê bi mafên xwe ji aliyê kêmaniya Fars ve asteng jê re hatine pêkanîn, û bi awayê herî tund diberiya wê tê kirin.  

Digel vê ku em wekî PDKÎ ji dîtingeha nasnameyê ve li pirsa neteweyî dinêrin, lê ji dîtingeha îdarî û mafê hevwelatîbûnê ve jî be, tu derfetek bo Kurd û neteweyên din nemaye. Lewra ji dîtingeha hestkirina bi berpirsyariyê ve li hemberî neteweya xwe em li ser cewher û naveroka mafê xwe yê neteweyî pêdagir in.

Hişmendiya bêbingeh  li ser cudaxwaziya neteweyan ji aliyê navendê ve, kirîza ewlehiya neteweyî bo “ên din” pêk aniye. Berdewambûna rewşeke weha paldereke xwezayî û faktereke bihêz e bo derbazbûna Kurd û “ên din” ji vê rewşa dugm û daxistî. Rewşa niha bi tewahî rewşa binbestê ye. Bi vê wateyê ku serbarê hebûna komeke kirîzên li ser hev kelekbûyî (kombûyî) ên siyasî, aborî, civakî, jîngehî û îdarî, pirsa neteweyî ya neteweyan çaresernekirî maye.

Digel vê yekê de jî navend li hemberî van pirsan bersivder nine, belku tenê li hemberî ewlehî û berjewendiya wê ya pênasekirî xwe berpirsyar dihesibîne, ku encama wê bûye hêlana erdnîgariya serkut û dagîrkeriyê ku neteweyên bindest tê de akincî ne. Hemû ew mînakên baskirî û pêdagiriya navendê li ser berdewambûna siyaseteke weha nedirust, dûredîmena mana neteweya Kurd û neteweyên din bi awayekî dilxwaz û û bi awayekî aştîxwazane di Îraneke yekgirtî û yekparçe de gellek lawaz kiriye. Lewra jî xwestek û îradeya cudabûnê di nava wan de rû li hilkişiyanê ye, û ew yek bûye gotara beşeke berçav ji raya giştî ya “ên din” ên navendê.

 Reh û rîşeya vê dijberiya Kurd û neteweyên din û îradeya berxwedan û berbirûbûna wan li hemberî navendê dibe di nava xebat û tekoşana berdewam ya wan di qonaxên hestiyar ên temenê Komara Îslamî de xwendin jê re bê kirin. Dawî mînaka berçav ya vê berbirûbûnê meş û serhildanên van rojên derbazbûyî bû ku li gora zanyarî û raporên meydanî û yek ji wan rapora rêkxirawa lêborîna navneteweyî piraniya qurbaniyan li erdnîgariya neteweyên bindest û bi taybetî li Ehwaz û Kurdistanê rû dane. Ew bûyerane xalên guherînê û yekalîker in ku bûne sedema berfirehtirbûna valahiyên di navbera navend û neteweyên bindest de.

Bo me her bi vê radeyê ku hilweşandina Komara Îslamî armanca me ye, her bi vê radeyê jî pirsa neteweyî û demokrasiyê du hêlên sereke û pirensîpên neguher in, lê girîngtir ji van derbazbûna ji hişmendiyekê ye ku bixwaze ezmûna rejîmên paşayetî û Îslamî dubare bike. Her lewra em li ser vê baweriyê ne ku derbazbûna ji binbesta siyasî ya niha û bingehdanîna sîstemeke kêrhatî û bersivder di siberojê de hewcehî bi xwendin û hişmendiyeke cuda heye.

Derbazbûyî selimandiye ku her sîstemeke siyasî ku di welatekî çendneteweyî de hildiweşe û her welateke weha ku perçe-perçe dibe, encama komkirina bêqas ya deshilatê ye li navendê û ferq û cudahîdanîn û înkarkirina “ên din” e, ku dawîcar dibe sedema teqîna nerizayetî û kerb û kîna pendavbûyî û radîkalîzma şoreşgerane ya zulmlêkiriyan. Kurd û “ên din” ên dewleta Îranê li pey serwerî û mafê diyarîkirina qedera xwe ne, bi her awayekî ku ji dest wan bê.