Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî peyama sersaxiyê da malbata Pirofisor Êîzedîn Mistefa Resûl

12:52 - 4 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî Lêpisrawê Giştiyê Hizba demokrat a Kurdistan a Îranê, bi boneya koça dawî ya Pirofisor Êîzedîn Mistefa Resûl, peyameke sersaxî û hevxemiyê belaw kir.

Deqê vê peyamê vihaye

Rêzdar Rûnak Xatûn, Hevjîna Pirofisor Êîzedîn Mistefa Resûl

Endamên rêzdare malbata Pirofisor Êîzedîn Mistefa Resûl

Bi xemgînî ve em hatne haydarkirin, sibezûya Roja Pêncşemiyê, 11ê meha Rezbera 1398e rojî, Pirofisor Êîzedîn Mistefa Resûl, dostê kevnar û bi emege P D K Î bi giştî û bi taybetî dostê Dr. Qasimlu, koça dawî kir.

Pirofisor Êîzedîn di sala 1934ê yaênî li Bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, li heyamê 85 sal temenê pir berheme xwe de, gelek xizmeta doza neteweyî ya Kurdistanê, bi taybetî bi ziman û wêjeya Kurd kiriye.

Bi mêzekirina bi jiyan û berhemên Pirofisor Êîzedîn, ev rastiya bo me eyan dibe ku Kurdistan û Kurd xwediyê kesayetiyeke viha mezin bûye ku berjewendiya bilinde Netewî li serweyî daxwazên xwe ên jiyanê dadinê.

Pirofisor Êîzedîn komik ji berhemên xwe ku pitir ji 90 Pirtûkan bi avayê nivîsîn, jêkolîn û wergêran tomar kirine û weşandine, para zafe xema wî nasnama Netewî bûye û bingeheke sereke ji parastin û geşeya Ziman û wêjeya Kurdî bûye.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji dest dana wî dostê bi emege xwe bi xisareke mezin dizane û serxweşiya xwe pêşkêşî Hewjîn, Malbat û kes û karên wî dike û xwe li xem û kovaniya wan de hevpar dizane û hiviya sebrê bo wan dixwaze.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê

Lêpisrawê Giştiyê

Mistefa Hicrî 

11ê meha rezbera 1398e rojî

3ê meha Oktobra 2019e zayînî