Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî pîrozbahî li Berhem Salih kir

11:55 - 4 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di nameyekê de pîrozbahî gote Dr. Berhem Salih.

Bi boneya hilbijartina Dr. Berhem Salih bo posta serkomariya Îraqê, Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê Hizba Demokrat, di nameyekê de, pîrozbahî jê kir.

Deqa nameyê wiha ye:

Rêzdar Dr. Berhem Salih

Silav û rêz

Bi boneya hilbijartina we rêzdarî bo serkomariya Îraq a Federal, bi germî pîrozbahiyê li we dikim, û hêvî dikim, ku di vê berpirsayetiya nû de, li ser bingehên yasaya bingehîn ya Îraq a Federal, û riha hevkarî û bihevrejiyana gelên wî welatî serkevtî bin.

Digel rêz û hurmeta dubare

Partyia Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

12`ê Rezbera 1397`an

4`ê Çiriya Pêşîn a 2018`an