Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Şehîdên me rêberên me ne

13:18 - 28 Adar 2020

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 10`ê Xakelêwe salvegera Şehîdên Kurdistanê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

Şehîdên me rêberên me ne, wan em agehdar kirin û wan siloganên xwe kirin bi kiryar û ber bi pêş ve pêngav avêtin. Lewma domandina rêbaza wan bi kiryar, domandina rêya wan bi zanist û îradeya şoreşvanî ye.

Em Di 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê de, bejna xwe di hember Pêşewayê nemir “Qazî Mihemed” û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê de ditewînin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

9`ê Xakelêwe a 1399`an

28`ê Adar a 2020`an