Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Serbixweyiya siyasî, hevsengî û rastbîn, rastgotin û piştrastbûn, bûne sedemê li ser pêman û berdewambûn di xebatê de

18:14 - 17 Tebax 2021

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê salvegera avabûna PDKÎ peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama Lêpirsiyarê Giştî

Bi hilkefta 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Piştî destpêkirina şerê duyem ê cîhanî ku valatiyek di encama dagîrkirina navçeyên bakur û başûrê Îranê ji aliyê zilhêzên Soviyet, Amerîka û Birîtaniyayê ve hate gorê, digel bi dawîhatina qonaxek ji dîktatora Pehlewî, hevdem derfetek bo vejîna çalakiyên siyasî yên civatgehê û saziyên siyasî hate gorê.

Di rewşeke wiha de, li 25`ê Gelawêja 1321`ê ya Rojî, li ser destê komek kesayetiyên nîştimanî, Komeleya Jiyaneweya Kurd bi bîra serbixweyîxwazî û netewî hate avakirin. Sê sal piştê hingê, Partiya Demokrat a Kurdistan li ser bingeha teşkîlatî ya (JK(, wek qewareyek netewî-demokratîk lê rêkxirawtir û bi bernametir hate avakirin ku heta niha jî, wek kevintirîn Hizba Kurdî di jiyana siyasî û rêkxirawwyiya xwe de berdewam e.

Di demekê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, şemala 76`emîn temenê xwe hil dike, xwendina dîroka wê, qonaxên xebat û têkoşan û herwisa siyaset û rabûn û kevtinên wê, hewce ye jî, ji dîtingeheke rexneyiye ve helsengandin bo bê kirin û em tiliyên xwe danêne ser xalên bihêz û lawz ên wê.

Li jîngeha siyasî û civakiya serdema avakirina wê ku civatgehê geşe nekiriye, xala cudaker a wê Hizbê dîtingeha serdemiyane ya wê bo karûbarê rêkxistin û warê rakxiraweyiya wê bûye. Pêka gotina Dr. “Qasimlo”yê nemir, xwedî damezrandina hizbê, di dîroka xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd de xaleke girîng bû û destpêkek bo pêkanîna rêkxiraw û hîzba pêşkevtî  û serdemiyane bû ku bi bernameyeke rohn ve pêngav avête di nav qonaxeke dîrokê de.

Pêngaveke girîng a Partiya Demokrat di meşa dîroka xebat û têkoşanê de veqetîn ji rêkxistaina eşîreyî, malbatî û navçeyî û arastekirtina xebat ber bi formeke Kurdistanî ve bûye ku wek armanceke mezin, her di cihê xwe de ye. Her ev dîtingehe wisa kiriye ku nasnameya Kurdbûn bibe beşa sereka a gotar û kiryara wê Hizbê.

Avakirina gotara netewî û hewla bêsekînandin bo geşeya bîra Kurdayetî, rehendek din a xebata Hizba Demokrat e û bandora wê Hizbê li ser civatgehê bûye. Bi gotar û kiriyar, pêkanîna Komara Demokratîk a Kurdistanê, mînakek dîrokî ye ji karnameya neteweyiya wê Hizbê ku bo hemû qonax û serdemên xebatê, watabexiş e. Komara Kurdistanê pêş vê ku ezmûnek dîrokî be, dibistaneke hizrî ye ku rêvîng û paşeroja xebata netewî-demokratîka netewa me daye xuya.

Her wek çawa min di peyamek din de îşare pê kiriye, niha jî digel be, takê Kurd xwe bi hevwelatiyê wê Komarê dizane. Komara Kurdistanê bi wan nîşane û remzan tê nasîn ku beşek in ji nasname û nîşaneyên xebata Kurd li Rojhilatê, ji wan alaya Kurdistanê, Hêza Pêşmerge û sirûda nîştimanî ku her bixwe cihê îşareyê ne bo berdewamiya armanceke pîroz a wek avabûna desthilateke Kurd û Kurdistanî wek Komara kurdistanê.

Li tev dîroka siyasî û tevgera netewî-demokratîka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, kultûra rêkxirawî û kultûra siyasyiya wê Hizbê ku her ji destpêkê ve faktera serekiya tevgereke nîştimanî bûye, digel tev xalên bihêz ên wê, nabe cavpoşî li xalên lawaz bê kirin.

Serbixweyiya siyasî, hevsengî û rastbîn, rastgotin û piştrastbûn bi xelkê û girêdana çarenivîsiya tevgerê bi hêza navxweyê Rojhilatê û dûrnekevtin ji pirensîb û hêlên hizrî, beşek ji wan teybetmendiyan e ku tevî kevtin, şikest û veqetîn û şehîdbûna rêberan, bûne sedemê liserpêman û berdewambûna wê li xebatê. Digel wan hemû taybetmendî û nirx û pirensîpên ku me îşare pê kir, lê ev Hizbe ji xalên lawaz bêpar nebûye.

Divê em îtirafê bi wê rastiyê bikin ku serhildana arîşe û milmilanêya navxweyî ku renge sedema siyasî, hizrî an teşkîlatî û birêveberî hebûbe, di hin qonaxan de beşeke zêde ji hêza hizba xwe heder daye, hêzek ku dikarî li çepera berevanî û li hemberderketin li dijî dujminên cuda  ên tevgera wê hatiba bikaranîn. Gelek caran jî nerînên cuda bûne sedema dijayetî û nakokî, heta di asta veqetîn û şerê navxweyî de, bi bê vê ku bîr li diyalog û çareseriya demokratîk hatibe kirin.

Encama wan halatene digel dabeşbûn û lawaziya şiyana teşkîlatî, gelek caran bûye bêhêvîtiya endam, alîgir û dostên wê Hizbê. Zivirîn bo armancên avakirina Hizbê, vebîranîna wê rastiyê ye ku Hizb emraz e ne armanc, vebîranîna vê ku Partiya Demokrat ji xelkê ye û bo xelkê ye, me tîne li ser vê bawerê ku tenê kultûra lihevkirin, yekrêzî û hevxebatî ye ku me ji armancên paşeroj û berjiwendiyên netewî nêzîk dike. Di dawiyê de em divê erkê rêkxiraweyî girê bidin bi berpirsiyaretiya dîrokî û exlaqiyên ku li ser milê Hizba me ne û bi çendîn nifş e xwîn û qurbanê bo dide.

Eşkere ye ku Hizba Demokrat, tevgera neteweyiya Rojhilatê û gelê me hêjayê bihêzbûn, mezinatî û serkevtinên mezin in. Nehêja ye ku nirxa şaşiyan û bihevrenebûn, giraniyê bixe ser milê tevgerê û me ji rêya rast a gihîştin bi armancan dûr bixe.

Rewşa Komar Îslamî

Çawahiya hilbijartiyên wê dawiyê ên Serkomariya Îranê û serildana xelkê bajarên tepeserkirî yên Ehwazê û hevdem hatina ser şeqaman a xelkê li herêmên din ên Îranê û serkuta xwînayiya wan xwenîşandanane, car din krîza desthilat û rewatiya rejîma Komara Îslamî piştî 42 sal desthilatdariyetî xiste rojeva mediya û raya giştî a Îran û cîhanê.

Krîzên niha ên desthilat û civatgehên Îranê, wek welatek çend netewî, encam û lêkevtin rastevxweya siyaset û planên Komara Îslamî yên Îranê ne. Rêza dorpêçan, krîza Korona, krîza aborî û wek xwedî berpirsên Komara Îslamî dibêjin “nemana baweriya xelkê bi desthilatê”, digel menca krîzan û arîşeyên din ên civakî, kultûrî, jîngehî, îdarî, gendelî, birêveberî û bêkarî, hejarî û…hwd, jiyana xelkê rastî pirsgirêkan aniye.

Xerc û bargiraniya wan krîzan û siyasetên çewt li ser milê xelkê û nemaze civatgeha bê maf û perawêzxistiyên Îranê ye.

Dirz û milmilaniya zêdetir di navbera desthilat û herwisa berfirehtirbûna dirza nav desthilat û xelkê de, bo hemû aliyekê eşkere ye, lê hilbijartinên wê dawiyê rûkê nû ê xelkê nerazî bi “na”gotinê nîşanê desthilatê da ku di dîroka desthilata rejîmê de bê mînak bûye, ev jî yekdengiya civatgeha Îranê û heta opozisiyonên navxwe û derve bû û tevî cudahî ji nerînên wan.

Encama wê yekdengiyê jî, beşdarînekirina piraniya xelkê xwedan mafê dangdanê di şanoya hilbijartinan de bû. Li hember wê hewêstê jî, “Weliyê Feqîh “na”yek din bi “na”ya tev xelkê nerazî got û di rêûresma sundxwarina Serkomariya Îbrahîm Reîsî de, carek din tekezî li ser beşdariya berbelav a xelkê kir. Wek hertimî behs ji pîlana dujminên derveyî bo lêdan li Komara Îslamî kir. Bi rênimiyên xwe wesfa “mudîriyetî cîhad”iya kabîneya Reîsî û lihemberderkevtin li dijî eniya dujminên xwe kir.

Hevdem komîsiyona merg li tawan û îdamên dehika 60`ê ya Rojî, bi “Alimî Ferzane” binav kir. Her wek bi dirustî di daxuyaniya Saziya Lêbûrîna Navdewletî de hatibû, bi hatina Serkomarê nû lê mohreyê berê yê serkutan, “siya mirin”ê zêdetir ji berê giraniyê dixwe ser Îranê. Bi vî awayî tê çavnihêrîkirin, digel berdewambûna serkuta sîstematîk a desthilatê û rewşa krîzî ya berê, serhildan û xwenîşandan li dijî rejîmê bi siloganên herifînî bêne gorê.

Li derheq serhildan û xwenîşandana herêma Ehwazê û piştevaniya beşek ji xelkê bajarên Kurdistanê û Azerbaycan, Îsfehan û Tehran li xwenîşandanan, tevî serkuta xwînayî ji aliyê rejîmê ve, divê wê meşê ji nerizayetiyan wek dirêjbûna dengê “na” bi Komara Îslamî bê hesibandin ku li pey hilbijartinan hate gorê. Sedema serhildana gelê çewsayî yê Ereb li Îranê û herêmên netewî ên dinê yên wê cugrafiyayê, dizavire bo ser wê pêwendiyê ji dagîrkariyê ku di navbera nevend û perawêz de rîşe girtiye.

Bilî rehendên îdarî, aborî, ewlehî, perwerdeyî û jîngehên wê pêwendiyê ji dagîrkarî, mijara talankirina çavkaniyên surûştî û paşê serkut û bênirxkirin û bi kêmînekirin û bi ewlehîkirina wan herêmane, heta tê zêdetir tê dirêjkirin û rehendên wê berfirehtir dibin. Rastiyek din eva ye ku ji egera rûdana û serhildanên bi vî awayî ku tê çavnihêrîkirin, eva herêmên bindest in ku bi nasnameya netewiya xwe ve dengê piştevanî û hevxebatî bo hev nîşan didin. Lewam em wek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pêka siyaseta me ya hertimî, netewên bin dest ên Îranê bi hevpeymanên setratejîkiya xwe dizanin û em wek pirensîpekê li ser wê tekezî dikin.

Partiya Demokrat û pirsa hakimiyeta Kurd

Avakirina desthilata Kurdî girêdayî bi pirsa nasname, asayişa netewî, vêdebirin zilma netewî, demokrasî û ji hemûyan girîngtir meseleya hakimiyeta Kurd bi ser axa xwe de ye. Kurd xwe wek îtnîk-neteweyeke bê hakim di Îranê de dibîne ku bûye yek ji armancên sereke ên serkut û asmîlekirina navendê. Kurd jî, wek netewên din ên bin dest, li ser vê bawerê ye ku bi bê pênasekirina ser ji nû a çemka “Netewe” li Îranê, pêwendiya dagîrkarî bo hertimî dimîne.

Li Îranê, pêwendiya dagîrkerî û sîstema yek aliya îtnîk-mezhebî, du cure civakên xwedî serweriya siyasî û gelên bê maf çê kiriye. Ew pêwendiye du alî, meseleya mafê hakimiyeta siyasî kiriye meseleya sereke ya bi hev re jiyana îtnîk-netew di Îranê de.

Di demekê de êlîta îtnîk-neteweya serdest tekeziyê li ser sîstema sêkolarî demokratîk dike, civatgehên bin dest li ser vê bawerê ne ku sîstema demokratîka sêkolar, bi tenê nikare hevsengiya pêkhateyî, damezraweyî, dîrokî, çandî û siyasî bîne gorê. Her lewma girûpa duyem tekeziyê li ser zaminkirina hakimiyet bo me hemûyan ku divê nîşaneyên “demokrasî” û bingehên pêkanîna desthilat di Îranê de, ser ji nû ve pênase bikin, dike.

Bi bê wan pênasekirinane, pêwendiya dagîrkariya navxweyî tê domkirin. Tevî evane, bi bê avêtina pêngaveke bingehîn bi wî rengî, naberaberiyek dîrokî ya dûbare tê berhemanîn. Di encamê de, tev îtnîk-netewên xeyrefars ji hemû şêwe nûnerayetiyeke rasteqîne têne bêparkirin û dîroka bêparî û serkut, ser ji nû ve tê dûbarekirin ku eva bo herêmên netewan cihê qebûlkirinê nîne. Her lewma em wekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tekezî li ser mafê hakimiyet bo Kurd û herêmên bin dest dikin.

Di dawiyê de, em tekezî li ser du binyatên mafê netewî (serwerî) û demokrasî (çendnetewî) di paşeroja piştî Komara Îslamî a Îranê de dikin ku pêkanîna sîstemeke fedraliya cugrafiyayî-netewî ye. Ev du binyatanane jî, bingeha rêkxistana her cure hevpeymanî û eniyeke demokratîk li dijî desthilata sitemkar a Komara Îslamî û misogerkirina mafên netewên bin dest e.

Li derheq nav mala Kurd, tekezî li ser rêzgirtin ji cudahiya ra û nerîna siyasî û tolêrans digel tev rêkxiraw û kesayetî û aliyên nîştimanperweriyên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Bo vê ku em bi gotereke netewî û pilatformeke hevbeşiya xebat, ber bi pêşwaziya hevkêşên çanihêrînekirî ve herin.

Armanca me ya mezin eva ye ku bi hevxebatî û bihevrebûn, ber bi avakirina Rojhilateke bihêz û bandorda pêngavan biavêjin, çimkî li cem me wisa ye ku xebata Bajar û Çiya li pêxema misogerkirina Rojhelateke bihêz, mifahwergirtin e ji hemû derfet û hêz û pitansêlek ku li xizmeta berjiwendî û paşeroja xebata me de ye. Li derheq pirsa yekgirtinê jî, hewla me ya hertimî eva bûye ku digel aliyê din ê Demokratê bi şêweyek guncaw û cihê pesenda herdu alî, yek bigrin.

Di vê yada pîroz de, tevî pîrozbahiya 76`emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ez serê xwe bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistan û malbatên wan û nemaze şehîdên me yên rêber ditewînim.

Silav li îradeya polayî ya girtiyên siyasî ên xweragir. Silav bo hemû ev têkoşerên ku li nav refên Hizba Demokrat de temenê xwe terxan kirine. Silavek emegnasî bo kêmendamên nav refên Kurdayetî. Silavek emegnasî bo Hêza Pêşmergê Kurdistanê li çiya û bajar û li tev tax û qatên nîştimanperwer ên Kurdistanê.

Bi hêviya yekrêzî û tebayî

Serkeve hevxebatî