Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hîcrî serdana binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê yên li çiyayan kir

14:04 - 13 Îlon 2020

Di heyamên wan çend rojên derbasbûyî de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hîcrî” digel Berpirsê Dezgeha Fermandeyî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê, serdana binkeyên “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê yên di çiyayan de kir.

Di wê hevdîtinê de, 2 hêzên 122 û 115 yên “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê bi lidarxistina sana leşkerî, pêşewazî ji wê hey`etê kirin û piştre, fermandeyên wan hêzan, bixêrhatinekî germ ji Fermandeyê Giştî yê“Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê kirin.

Fermandeyê Giştî yê“Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê, “Mistefa Hîcrî, çendîn kombûnên siyasî bo pêşmergeyan lidar xist û derheq guherkariyên wê dawiyê yên dever, Kurdistan û li ser rola hêza pêşmerge çendîn gotin pêşkêş kirin.

Navbirî di gotinên xwe de tevî spasî ji xebat û çalakiyên “Hêza Pêşmerge”, di wan heyamên derbasbûyî de, bas ji rola hêza pêşmerge di guherkariyan de jî kir.

“Hîcrî” di wê qonaxa xebata netewî-demokratîk a me de, çiya bi piştevanê xebata cemawerî ya bajar binav kir û tevî pêdegirî li ser baştirkirina bihevregirêdana wan 2 beşên xebatê, bi hûrî li ser bas kir.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di kombûna taybet a xwe de digel hejmarek ji pêşmergeyên hêzên 122 û 115 li derheq rewşa îro ya Îranê, rewşa aloza jiyana rojane ya xelkê Îranê û rola PDKÎ di wê qonaxa xebatê de, bi hûrî bas jê kir.

Navbirî hêza bihêz ya “Pêşmergê Kurdistan”ê bi zaminê sereke ya serketina xebata me ya netewî da zanîn û bas ji bandorbûna hêza pêşmerge wekî “milê bihêz yê gel” kir.

Fermandeyê Giştî yê “Hêza Pêşmerge” di wê kombûnê de bi hûrî guh ji gotin û rexne û pêşniyarên beşdarbûyên kombûnê girt û piştre bersiva wan da.

Di wan hevdîtinan de, Lêpirsyarê Giştî Yê PDKÎ, serdana çendîn cih û binkeyên “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê kir û di dawiya wê serdanê de, têbînî û balkêşanên xwe li derheq taktîkên leşkerî, kar û têkoşana pêşmerge, pêşkêşê Berpirsê Dezgeha Fermandeyî û Fermandeyên pêşmerge kir.