Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Kazimî li ser çalakiyên milîsên çekdar huşdarî da Îranê

13:59 - 8 Nîsan 2021

Nûçegihaniya “Associated Press” ragihand: “Serokwezîrên Îraqê “Mistefa Kazimî” huşdarî daye berpirsên rejîma Îranê ku, dest ji piştevanîkirin ji milîsên çekdar berdin”.

Pêka vê rapora belavbûyî, piştî vê ku girûpa “Rub`ullah” di şeqamên bajarê “Bexda”yê de, manor dabûn û li dijî hêzên Amerîkayê nerizayetî nîşan dabûn, Serokwezîrên Îraqê huşdarî da berpirsên rejîma Îranê.

Mistefa Kazimî di nameyekê de gef li Îranê xwaribû û piştî wê gefxwarinê, fermandeyê “Spaha Quds” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, “Îsmaîl Qa`anî” yê terorîst, serdana Îraqê kiribû û digel berpirsên girûpên milîs kombûn lidar xistibû ku ewlehiya xwe biparêzin.

Milîsên çekdar yên ser bi rejîma Îranê, gefan li Amerîkayê dixwin ku dê êrîşî li ser binke û bargehên wan bikin.

Amerîkayê hêzên milîs ên çekdarên girêdayê rejîma Îranê bi rolhebûn di êrîşên li ser binkeyên leşkerî yên Amerîka li Îraqê, bi tawanbar dizane û gef li rejîma Îranê xwariye ku, her core êrîşeke Îranê an girûpên bi nûneratî yên Îranê li ser Amerîkayiyan û hevpeymanên Amerîkayê bê kirin, ku xisarê li wan bide, dê digel bersiva dijwar a Amerîkayê rû bi rû bibin.