Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Mîrselîm: “Armanca FATF herifandina Îranê ye”

17:50 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Endamê “Kora Diyarîkirina Berjevendiyên Rejîma Îranê”, “Mistefa Mîrselîm” ragihand ku armanc ji erêkirina reşnivîsên “FATF” herifandina komara Îslamiya Îranê ye”.

Roja Şemî 9ê Kanûna Paşîn, “Mistefa Mîrselîm” tevî îşarekirin bi zêdetirbûna givaşên dorpêçan piştî erêkirinê di egera reşnivîsên “FATF”ê de, ragihand: “Erêkirina wan reşnivîsan dê bibe sedema herifandina komara Îslamiya Îranê”.

Herwisa “Mistefa Mîrselîm”, berê jî dabû zanîn ku “Kora Diyarîkirina Berjevendiyên Rejîma Îranê” dê dijatiya xwe di hember “FATF”ê de nîşan bîde.

Di dawiya sala par de, “Konvansiyona Taybet a Ravestan di Hember Sipîkirina Pere” anku “FATF ê, rejîma Îranê bi sedema erênekirina wan reşnivîsan, careke din xiste nav lîstê reş yê “FATF”ê û daxwaz ji endamên wê konvansiyonê kiribû ku, hemû reftar û karên xwe digel rejîma Îranê bi hişyariyê ve bikin.

Di meha derbasbûyî de, rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” daxwaza Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”bona dirêjkirina heyamê lêkolînên li ser konvansiyona “Palêrmo” û konvansiyona “FATF” erê kiribû.

Hejmarek ji berpirsên payebilind ên rejîma Îranê li ser wê baverê ne ku hekî rejîma Îranê reşnivîsên “FATF”ê erê bike, hemû çavkaniyên dahata rejîma Îranê dê çik bibin.

Dahata rejîma Îranê ku pitir bi awayê neyasayî û sipîkirina pere bi dest ve tê, û herwisa tevlînebûn bi konvasiyona “Palêrmo”yê ku destê rejîma Îranê bona terorîzma navnetewî tê birîn, lewma reşnivîsanê erê nakin.