Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mixûlistan amade ye bi cihê perê nefta Îranê hiriyê bide Îranê

12:16 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Bi sedema dorpêçên aborî ên Amerîkayê li ser rejîma Îranê ti welatek amade nîne pere bo Îranê bişîne û bi wê sedemê Mixûlistanê bi cihê dana perê neft û berhemên neftiyên Îranê, amade ye hiriya şûştî bide bi Îranê.

Roja Şemî 11ê Kanûna Pêşîn, ofîsa Oda Hevpar a Bazirganiyê digel Çînê daye zanîn, Mixûlistanê amadebûna xwe bo dana hezar ton hiriya şûştî ya pez li hemberê qerê xwe yê nefta Îranê nîşan daye û amadeye wê hiriyê bi Îranê re bide.

Rejîma Îranê bi sedema şerxwaziyên xwe û afirandina fitneyan di cihanê de kevtiye rewşeke gelek xirab, bi cihê kirîna hirî ji ajeldar û zozançiyan û navendên pîşeyê yên berhemanîna hirî ji hundirê Îranê, bo vergirtina perê nefta xwe hirî ji Mixûlistanê verdigre û pêka nûçeya nûçegihaniya “ILNA”ê hezar ton hiriya şûştî ye.

Welatên qerdarê rejîma Îranê bi cihê dana pere, alav, berhemên xwarin û derman û berhemên dinê bo Îranê dişînin û bili beşek ji alav û dermanan, gelek caran li navxweyî Îranê ti hewcehiyek bi wan alav û berheman tinîne lê rejîma Îranê bo wergirtina lezgîn a wan alav û berheman hemû hewlê dide û hewcehiyên xelkê berçav nagire.