Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Miyandab/ Du hemwelatiyên Kurd di kanalên vegusatina avê de xendiqîn

21:25 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Du welatiyên Kurd di dema avjenîkirin di kanala veguhestina ava yek ji gundên Miyandabê de xendiqîn.

Malperên hundirî Îranê bilavkirin, ew du hemwelatiyane ku yekek ji wan xelkê gundê Sugulî a bajarê Miyandabê û kesê din jî xelkê gundekî ser bi bajarê Bokanê di dema avjenîkirinê de xendiqîn.

Heftiya derbasbûyî welatiyekî rûniştiyê vê deverê di dema derbasbûn di nêzî kanalê de, dikeve nav avê da û canê xwe ji dest dide.

Sedema xendiqîna hemwelatiyê han, şarezanabûn bi teknîkên avjenîkirinê hatiye ragehand in.

Li gorî serhejmariyên pizişka yasayî a Îranê, di sala 1392’an a Rojî de, li çar parêzgehên Kurdistana Îranê (Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlam) 68 hemwelatî ku 11 kes jin û 57 kes jî mêr bûne û di nav avê de xendiqîne.

Nebûna hîmaya hayîdarkirinê li cihên tirsnak û bi xasmanî bendaw, nebûna lempera taybet li cihên qerebalix û çemên kûr û herwiha nebûna melewan li cihên tirsnak, ji sedemên zêdebûna xendiqîn di Kurdistana Îranê da ne.