Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê li riya destûpêwendî û mohreyên xwe li Kurdistanê madeyên sirker belav dike.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê li devera Şamiyan a girêdaiy bajarê Merîwanê, li riya çar mohreyên xwe ku kirêgirtiyên Spaha Pasdaran a terorîst in li deverên, bajarên wekî Merîwan, Sine, Pawe û Selasa Bawecanî madeyên sirker belav dike.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê jî kir ku, bi sedema vê ku rewşa aborî li Îranê aloze, rejîm vê rewşê wekî derfetekê dizane û xelkê bi taybet ciwanan bo aliyê xwe radikêşe û ji vê rê di nav civakê de madeyên sirker belav dike.
Diyardeya îtiyadê wekî arîşeyeke civakî û derûnî ye, ku ev deha sale civaka Îranê rastî vê kirîz û pirsgirêka taybet aniye, û ev arîşeya li dekên 30 û 4`î û heya niha jî berfirehtir bûye, û tu çareseriyek bû peyda nekiriye û niha jî îtiyad bûye bi diyardeyeke civakî û bi awayekî berdewam amara kesên tûş bûyê bi vê diyardeyê zêde dibe.
Sebeba serekî a bilindbûna amarên tûşbûyî bi îtiyadê di nav xwendekaran de, ev jî bi sedema betaliyê ye, lê, ev yek bi awayekî berdewam ji aliyê berpisên rejîmê ve tê redkirin û vê sedemeke bê pêwedî didin zanîn.