
Serokê Kora Berjewendiyên rejîma Îranê, “Muhsin Rizayî” ji Serkomarê rejîma Îranê daxwaz kiriye ku bi rêya pêwendiyan ve daxwazê ji serokên welatên Îslamî bike li karekî hevpar balyozên Feransê ji welatên xwe derxînin.
Roja Çarşemî 28ê Çirriya Pêşîn, Serokê Kora Berjewendiyên rejîma Îranê, “Muhsin Rizayî” daxwaz ji Serkomarê rejîma Îranê “Hesen Rûhanî”, kiriye ku bi rêya pêwendîgirtin digel serokên welatên Îslamî ve karekî hevpar li hember bêrêziya “Emanol Mekron” bikin û hevdem balyozên Feransê ji welatên xwe derbixin.
Wî berpirsê rejîmê îdia kiriye ku piştî asayîbûna pêwendiyên hejmarek ji welatên Erebî digel Îsraîlê, wî berpirsê Feransê derfet zaniye ku bêrêziyê bi Pêxemberê Îslamê bike û herwisa ragihandiye ku dibe dezgeha dîplomasiya rejîma Îranê dijî bêrêzî bi Pêxemberê Îslamê, bertekên tundir hebin.
Rejîma Îranê yek ji wan deshilatên zordar û xwînrêj e ku ti bawerî bi mafê mirov û kirameta mirovan nîne, Muhsin Rizayî xwe yek ji wan terorîstên xwînmij e ku fermana rijandina xwîna hezaran lawên Kurdistan û Îranê daye, rejîma Îranê tev kiramet û rûmeta mirovî ya xelkan binpê dike û di pêgehekê de nîne ku bikare bas ji parastina kesayetiya ti kesekî bike bi xasmanî bervanî ji navê pîroz ê Hz. Mohemmed bike.