Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Moreyên rejîma Îranê bi piştevaniya Spaha Pasdaran “Marîciwana”yê diçînin

12:40 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistasnmedia”yê, li gundê “Gogce” yê girêdayê devera “Serşîw” a bajarê “Merîwan”ê, çend kesên wî gundî digel sê kesên din ên xelkê “Dîwanderê” bi awayê hevpar giyayê “Marîciwana”yê çandine.

Wan çend kesên xelkê Dûwanderê hewl dabûn ku beşeke wê Mariciwanayê bidizin lê ew çend kesên gundê “Gogcê” agehdar bibûn û 2 kes ji wan girtibûn û piştî lêdan û îşkencekirineke zêde û 2 rojan ragirtina wan di mala xwe de, piştre kaxezekê bi wan dabûne wajokirinê ku bo dizîna ajelan hatine.

Herwisa di dema ku seh kiribûn karê wan eşkere bûye û xelk agehdarê cihê şandina Mariciwanayê bûne, ew erd kêlane heta şûna wê nemîne.

Navendên ewlehî û întizamiyên rejîma Îranê agehdarê vê yekê ne û di Rojhilatê Kurdistanê de bi hevkariya kesên girêdayê xwe, mariciwanayê diçînin.

Nasnameya wan kesan ji aliyê malpera “Kurdistanmedia”yê ve parastî ye.