
Berdevka Wezîareta Derve ya Amerîka, ragihand ku Amerîka dixwaze dadperwerî û îdalet bo her kesekî, di Îranê de ku niha di bin gefa îşkence û îdamkirinê dene, birêve here.
Roja Çarşemî, 22ê Tîrmehê, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, “Morgan Ortêgas” derheq paşvekêşana rejîma Îranê ji îdamkirina 3 xwenîşanderên neazî yên meha “Xezelwer” a sala derbasbûyî, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê, nivîsandiye ku: “Dema em agehdarbûn ku rejîma Îranê ji pîlana xwe bona sêdaredana 3 xortan destbiser kirî li xwenîşandanên nerizayetiyê paşve çûye, em dilgerm bûn”.
Herwisa “Ortêgas” ragihandiye ku: “Amerîka dixawaze cîbicî bûna dadperweriyê bo hemû wan kesan di Îranê de ku di bin gefa îşkence û îdamkirê dene, birêve here”.
Herwisa Serkomarê Amerîka,“Donald Tiramp” jî, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê, nivîsandiye ku: “ 3 kes di Îranê de, bi sedema pişikdarîkirina di xwenîşandanan de, cezayê sêdaredanê bi serda hatine sepandin, her dem renge wan îdam bikin, îdamkirina wan 3 kesan peyameke trajîk bo cîhanê ye û nabe bête cîbecî kirin.
Piştî nerizayetiya xelkê li ser biryara îdamkirna wan 3 kesan, bi danîna heşteg ya “# îdam nekin”, bû sedem ku rejîm sêdaredana wan paşte bêxe.