
Berdevka Wezareta Derve a Amerêka, “Morgan Ortêgas”, ragihand ku girêbesta navokî a Îranê belgeyekî siyasî ya şikest xwariye û di Parlemana ti welatekî endamê wê girêbestê, ew girêbest nehatiye erê kirin.
Roja Şemî, 22ê Tebaxê, Berdevka Wezareta Derve a Amerêka, “Morgan Ortêgas”, di hevpeyvînekê de ragihand ku girêbesta navokî a Îranê a bi navê “Bercam” ji aliyê ti parlemanek yên wan welatên di wê bercamê de beşdarin, nehatiye erê kirin û ew girêbest belgeyekî siyasî ya şikestxwariye û got: “Lihevhatina navokî a Îranê , ne ji aliyê Kongireya Amerîkayê ve hatiye erê kirinê û ne ti welatekî di bercamê de, ew girêbest di Parlemana welatê xwede erê kirine, lê biryarnameya 2231 a Şêvra Tenahiyê, belgeyekî bê hitbar a navnetewî ye ku Amerîka jî yek ji wan welatan e.
Li ser wê mijarê serokê “Kora berjevendiyên rejîmê”, “Mohsin Rizayî” ragihandiye ku “bercam laşekî mirî, li ser erdê ye” û hekî Amerîka, “Çekandina Maşe” bi kar bîne, em dê ji bercamê derkevin.
tevlihevî û neşiyan , di siyaset û birêveberiya rejîma Îranê de gihîştiye astekê ku heçî berpirsekî paye bilind yê rejîmê, gotinekî cuda û dijhev tînine ziman, ku nîşana pirskirêka desthilat û nerewa bûna rejîmê ye.