Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Morgan Ortagus”: Rejîma Îranê pareyê xelkê xwe bo Sûriyê biriye

12:20 - 21 Nîsan 2020

Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê, “Morgan Ortagus”, bi îşarekirin bi çûna Wezîrê Derve ê Îranê, Mihemedcewad Zerîf bo Sûriyê û hevdîtina wî digel Beşar Esed, daye zanîn ku rejîma Îranê pareyê xelkê xwe bo Beşar Esed biriye.”

Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê, “Morgan Ortagus”, roja Duşemî 20`ê Nîsanê, di peyameke “Twitter”î de nivîsiye ku: “Ji sala 2012`an ve heya niha rejîma Îranê zêdetir ji 10 milyard dolar ji pereyê xelkê Îranê bi Beşar Esed daye.”

Herwisa Ortagusê di berdewamî de nivîsiye: “Pirsiyara min eve ye ku mezintirîn dakokîkarê rejîmê îro çiqas pareyê xelkê Îranê biriye Demişqê.

“Morgan Ortagus” her di vê derheqê de “Twitt”eke din zêde kir û nivîsî: “Tenê par û beşdariya rejîma Îranê di Sûriyê de tûndûtîjî û alozî afirandin bûye. Hekî ew rejîme bi rastî derheq xelkê Sûriyê nigeran e, diba heya nigha hêzên Spaha Pasdaran, Hizbûlaha Lubnanê û ew hêzên din yên terorîstî yên ku piştevaniyê ji wan dike di wî welatî de derxistiba.”