
Kurdistanmedia:” Saudiya” û “Moscow” bi armanca zêdekirina asta berhemanîna petrol xwe û tijî kirina valahiya petrola Îranê di bazarê de, peymannmeyek bi hevre pêk anîne.
Ev peymannmeya nehînî ji ber dorpêçên petrolê yên,Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê pêk hatiye, û Amerîakyê ji hemû endamên “OPC” û welatên din yên ku petrolê berhem tînin daxwaz kiriye da ku asta berhemanîna petrola xwe zêde bikin, da ku valahiya petrola Îranê di bazarê de tijî bikin.
Ji ber dorpêçên petrolê yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, tu welatek di warê kirina pertrolê digel Îranê danûstandinan encam nade.
Li gorî vê peymannameya nehînî ya ku di navbera “Saudiya” û “Moscow” yê de pêk hatiye, her du welat dibe bi zêde kirina asta berhemanîna petrolê, di heyama mehên “Çiriya Pêşîn û Çiriya Paşîn” de, nirxa her boşqe petrolê ji 85 Dolarî bo 80 Dolarî kêm bikin.
Qerar wisa ye ku dorpêçên tund yên petrolê yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê di meha Çiriya Paşîn de birêve biçin, û ev lihevkirina bi armanca gihandina kirina petrola rejîma Îranê bo asta sifrê ye.
Li heyama pêk hatina civîna “Al Jazeera”ê heya niha Saudiyayê asta berhemanîna petrola xwe ji 200 hezar boşqey di rojê de bi 300 hezar boşqeyî zêde kiriye, da ku cihê vala ya petrola Îranê di bazarê de tijî bike û herwisa Rûsiyayê jî, firotina asta pertrola xwe di meha Îlonê de, 150 hezar boşqe di roj de zêde kiriye.
Piştî vekişiyana Amerîkayê li lihevkirina Bercamê, “Moscow” serekîtirîn dost û piştevanê rejîma Îranê bû, lê niha li dijî rejîma Îranê, digel Saudiya û Amerîakayê, peyman pêk aniye.