Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mossad bi hevkariya 10 bisporên navkî yên Îranê 3 êrîş li nav navendên navkiya Îranê encam dane

12:42 - 3 Kanûna pêşîn 2021

Heftînameya Cihûyan li Birîtaniyayê ragihandiye ku “Mossad”ê bi hevkariya 10 bisporên navkiyên Îranê karîne di heyama 2 salan de 3 teqînan di navendên navkiyên Îranê de bi rê ve bibin.

Heftînameya “Joyesh Chronicle” li roja Pêncşemî 2ê Kanûna Pêşîn belav kiriye ku “Mossad”ê bi hevkariya 10 bisporên navkiyên Îranê karîne di heyamê 2 salan de 2 teqînan li navenda navkiya Netenzê û teqînek li navenda navkiya “TSA” li Kerecê encam bidin.

Herwisa heftînameya “Joyesh Chronicle” daye zanîn ku wan bisporên navkî ti zaniyariyek li ser rola Mossadê di wan teqînan de tine bûn û hizir dikirin ku bo armancên girûpên li dijî rejîma Îranê wî karî dikin û niha ew bispor di cihek aram de ne û ewlehiya wan parastî ye.

Herwisa wê heftînameyê ragihandiye ku li hundirê Îsraîlê de bi hezaran karnas û bisporên teknîkî di birêveçûna wan teqînan de beşdarî kirine.

Berpirsên Îsraîlê ragihandine ku ew core êrîş û teqîn dê berdewam bin û ew beşek ji bernameya “C” li dijî rejîma Îranê ne.