Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mucteba Tewanger gotiye ku bi hêsanî derz li nav ewlehiya îtila`ata Îranê tê kirin

16:31 - 28 Çirriya pêşîn 2021

Endamê Komîsiyona Aborî ya Meclîsa rejîma Îranê “Mucteba Tewanger” îtitraf kiriye: “Ewleiya îtila`ata me di rewşeke xirab de ye û cihê nigeriyê ye, dest ji înternetê berdin û li pey ewlehiya welat bikevin”.

Herwisa Mucteba Tewanger gotiye: “Seh bi wê yekê tê kirin ku binyata veguhastina zaniyariyên çend sîstemên me ên girîng li ser mahwarek a rikeberê me ye, lewma hewceye ku rêyên êrîşên saybirî bêne naskirin û rêgirî ji wan bê kirin”.

Herwisa navbirî îdia kiriye: “Sîstemên me ên girîng li ser hêla înternetê nînin û bê fayde ye ku çend kes bi armancên nexuya dixwazin înternetê sînordar bikin û mifahvergirtina xelkê ji înternetê û karûbarên hevwekatiyan li dinyaya xwazekî de bi wî awayî rastî pirsgirêkan bikin”.

Karbidestên rejîma Tehranê bi berdwewamî bas ji vê yekê dikin ku ewlehiya wan bi şêwazekê ye ku ti kes an welatek nikare derzê têde bike, ew di halekê de ye ku çend rojan berî niha êrîşa saybêrî li ser benzînxaneyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate kirin.

Ji aliyê din ve, Îsraîl bi hêsanî êrîşî li ser damezraveyên navkiyên Îranê dike û rejîma Îranê jî îtiraf bi wan êrîşan kiriye.