Nûçegihaniya Îqitsad Onlin a girêdayî rejîma Îranê di raporeke xwe de diyar kiriye, Cihgirê Aborî yê rejîma Îranê Muhsên Rezayî gotiye, xwazî Îsraîlê bivêriya tenê şaştiyek bikira da ku hincetek li destê me de heba bona jinav birina wî welatî li ser rûyê erdê.
Ev gotinên wî berpirsê rejîmê di demekê de ne ku, roja Yekşemî 12`ê Xakelêweyê Saziya Mossad a Îsraîlê, di êrîşek sayîbirî li ser Navenda Navkî ya Netenizê de beşa elekterîka wê navendê bi tevahî jinav bir û di 12`ê Pûşpera sala 1399`an de jî, di beşa Santîfûjiyan ya navenda Navkî ya li Tehranê teqînek pêk anî.
Herwisa di 7`ê Xezelwera sala 1399`an de Saziya Mossada Îsraîlê, Muhsên Fexirîzade zanayê navkî yê Îranê ku weke bavê navkiya rejîmê dihat binavkirin, li Abserda nêzî bajarê Tehranê kuşt lê, berpisên rejîma Îranê tenê gefên vala ji Îsraîlê xwarin û nekarîn ti bertekê li hember de nîşan bidin.
Her li rêkevta 6`ê Hezîrana îsal de jî, Îsraîlê binkeyên Hizbulaha Lubnan û girûpên girêdayî rejîma Îranê li devera El-Kiswe a li başurê Demişqê bombebaran kir.
Ev gotinên Muhsêz Rezayî di halekê de ne ku, artêşa Îsraîlê ev heyama çendîn salan e bê navber binkeyên navkî yên Îranê yên li navxweyî welat û herwisa binkeyên Spaha Quds û girûpên girêdayî rejîmê li Sûriye bombebaran dike û çendîn endamên payebilind yên Spaha Pasdarana terorîst jî li navxweyî Îranê de kuştine lê, li hember de rejîma Îranê nekariye ti bersivekê bide.