Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muhsin Haşimî: “Sebebkarê bingehîn ê rewşa Îranê Elî Xamineyî ye”

18:24 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Muhsin Haşimî kurê Elîekber Haşimî Refsencanî gotiye: “Rewşa niha ya Îranê di encama 44 sal desthilalta hikûmeta Olî û Welî Feqîh e”.

Muhsin Haşimî di nivîseke xwe de ku li ser rûpela malpera “Ê`itimad Online” de belav kiriye” gotiye: “Di komara Îslamiya Îranê de biryarderê bingehîn di rastiyê de “Weliyê Feqîh” anku Elî xamineyê ye û kesên ku ji peyva “sebebkarê rewşa heyî” bikar tînin divê bizanin ku di sîstema “Welayeta Feqîh” de piraniya stratîjiyên giştî û hestiyar li warên cuda ên weke peywendiyên navnetewî, çand, civak, aborî, ewlehî û …. hwd, li destê dewletê de nînin, û di bin desthilata Wilayeta feqîh de ne.

Rejîma Îranê berê bo xapandin û xeletandina xelkê li Îranê şanoyên weke binav aliyên binajoxwaz an reformîst di şanoya hilbijartinan de bikar dianîn, lê niha piraniya xelkê Îranê agehdarê hemû fêl û şanoyên rejîmê bûne, êdî dizanin ku bo çareseriya giştî bi cihê vê yekê kabîneya dewletê bikin armanc divê binyata rejîmê bikin bi armanca xwe.

Her di vê derheqê de “Muhsin Haşimî gotiye: “Xelkê bala xwe ji reformîstan hikûmetê bo aliyê li dijî binyata Hikûmeta Îslamî li derve û di vê dawiyê de jî bo aliyê navxweyî yên li dijî binyata hikûmetê dane”.