Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muhsin Rizayî: “Em dahata nefta xwe bi dizîve bo Îranê tînin”

11:21 - 5 Çirriya paşîn 2021

Cihgirê Aborî yê Serkomarê rejîma Îranê, “Muhsin Rizayî” gotiye: “Sê sal e ku em nefta xwe bi qaçaxî difiroşin û dahata xwe bi dizîvê bo Îranê tînin”.

Pasdar Muhsin Rizayî di rêûresmekê de li bajarê “Îze” li parêzgeha Xûzistanê tevî îşarekirin bi dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê got: “Xelkê Zagrosê divê li dijî Amerkayê rawestin”. Gotina wî di halekê de ye ku rejîma Îranê di xwenîşandanên sala 1398an de bi çekên giran bi dirindanetirîn şêwe xelk kuştin û serkut kirin û dijwartirîn jiyan li ser xelkê de sepand û hewla domandina wê rewşê jî bi micidî dide.

Herwisa Pasdar Rizayîyê terorîst bê îşarekirin bi rola rejîma Îranê di berdewamiya dorpêşan de got: “Dorpêçên Amerîka li ser aboriya Îranê divê bi hewla xelkê bê şikandin”! Ev gotine di halekê de ku xelkê ti rolek li birêvebirin û biryardan di Îranê de tinînin û rejîma Îslamî hemû desthilat qurix kiriye û sebebkarê karesatên aborî di Îranê de ye.

Herwisa navbirî îtiraf kir û got: “Dorpêçên hundirî gelek metirsîdardir ji dorpêçên derve ne”.

Gotinên wî Pasdarê rejîmê di halekê de ye ku berpirsên rejîmê hertimî behsa karlêkernebûna dorpêçên Amerîkayê kirine, lê niha bi neçarî û serşorî daxwaz ji xelkê dikin ku li hember wan dorpêçan rawestin.