Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muqtada Sadr pîlanên grûpên girêdayê Îranê tevlîhev kir

12:22 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Rojnameya “The New York Times” a Amerîkayê nivîsiye, serkevtina Muqteda Sedr, hevsengiya di navbera hêzên Şî`e meseb ên weke hevpeymaniya El-Feth û hevalbendên wê ku ser bi Îranê ne û nêzî 20 sal e di karûbarên siyasî ên Îraqê de serdestiyê dikin, têk bide.

“Muqtada al-Sadr” bi vê serkevtinê karî hem rêxistinên siyasî û milîşên ser bi rejîma Îranê ên bi serokatiya “El-Feth”ê şikest bide, hem jî dikare nifûza Îranê di nav perlemanê de lawaz bike.

Navbirî li 18`ê Xezelwerê de, bi îşarekirin bi partiyên siyasî ên ku serkevtin bi dest nexistine, ji wan milîşên girêdayê rejîma Îranê ku di têkdana birêveçûna piroseya demokratîk a Îraqê de pêwendî hebûne hişdarî dabû û daxwaza hilûşandin û rasdestkirina çekên wan girûpan ji Artêşa neteweyî ya Îraqê kiribû.

Hereketa “Sedr” ji gelempera 329 kursiyên parlemanê 73 kursî bi dest xist û karî hereketên ser bi rejîma Îranê jî rastî şikestê bîne.

Girûpên ser bi rejîma Îranê ev hilbijartine bi destêwerdana Amerîkayê dizan, û çendîn caran jî xwenîşandan kirin, lê negihane ti encamekê.