Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûşeka bêdeng ya Kurdan rû li Tehranê

13:04 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de, li destanrêsiyeke dîrokî û bîrnekirî de, ber bi pêşwaziya ji bangeşeya partiyên Kurd hatin, û li dijî tevahiya Komara Tehranê, û cinayetên vê rejîmê helwêst girtin, û bi bêdengiya xwe, “Ne” yeke bihêz gotine Tehranê. 

 Roja Çarşemî 21`ê Xermanana 1397`an, piştî vê yekê ku Komara Îslamî bi xeyala xav ya xwe ku xwast bi serkutkirin û tundûtîj, wate îdamkirina ciwanên Kurd û bombebarankirina binke û baregehên  Partiya Demokrat di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de,  pêş bi berdewambûn û berfirehbûna vejiyana tevgera neteweyî bigire, lê xelkê Kurd  bi mûşeka bêdengiyê, ne gotin Tehranê, û ev bêdeng kirin.

Her di destpêka roja Çarşemiyê de, ku roja birêveçûna gireva seranserî di Kurdistanê de bû, xelk bi pêşwaziya bangeşeya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanê hatin û bi neçûna bo ser kar û şuxlên xwe  û venekirina deriyê dukan û bazarên xwe tovê hêviyê di dilê gel de çandin, û desthilatdarên Komara Tehranê heyrîmayî kirin.

 Di vê destanrêsiya bîrnekrî de, ku nîşana têgihîştina siyasî û vegeşiyana hizra neteweyî ya vî gelî, digel yekdengbûn û bi bê dudilî, tevî hebûna givaşên leşkerî û ewlehî, gefxwarin û çavtirsdandina rejîma serkutkar, bi kiryar nîşan dan ku gelê Kurd bawer bi sîstema zal bi ser Îranê de nine, û zû yan dereng vê rejîmê, wê bispêrin dîrokê.

Renge yek ji xalên girîng yên nîşandana nerazîbûna aram ya vê carê eva be ku, tevahiya Kurdistanê li xwe girtiye; Her li Serpêla birîndar ve bigire heya dighîje  Selmasa Malbenda berxwedaniya Simkoyê Şikak, ku dukan û bazarên xwe daxistin ku ev yeka bû nîşaneya yekbûn û yekdengbûn û hizra neteweyî ya Kurd, li Kurdistana Rojhilat li hemberî çarenivîsa gelê xwe de.

Herçend ku di heyama şeva borî de li hindek bajarên Kurdistanê, rejîmê ji tirsa birêveçûna girevê, komek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Kurdistanê gazîkiribûn û heya ev destbiser jî kiribûn, lê xelk netirsiyan û bi xatircemî ve biryara yekalî ya xwe dan, û ber bi pêşwaziya ji bangeşeya partiyên xwe ve hatin û kiryarên dijîmirovî yên komara Îslamî şermezar kirin.

Xaleke din a balkêş eva bû ku, di vê nîvekê de girevgirtin bersivek bû ji bo nîşandana hevpêwendiya organîk ya “Bajar û Çiya”, bi vê wateyê ku hemû curên civakê rol  û dewr tê de lîstin, ev jî wiha bûn:

Partî, civak û bijardeyên ku sêgoşe, ji bo hejandina zêdetir ya stûnên rizî yên desthilatê di demeke kurt de pêk aniye.

Destanrêsiya 21`ê Xermananê, mûşeka bêdeng ya gelê Kurd bû, bo desthilata narewa ya Tehranê ku bi mûşekên dorhavêj êrîşî ser jin û zarokên bê mertal kir, û cinayet afirand.