
Kurdistanmedia: Serbarê vê ku rejîma Îranê îdia dike ku dikare hemû armancan bipêke, vê carê jî derket ku ne bi vî rengî ye jî, ku rejîm bas dike.
Sibezûya roja 17`ê Xermananê bû ku rejîma Îranê êrîşeke mûşekî kire ser binkeyên Partiya Demokrat, û di encamê de çendîn kes şehîd û birîndar bûn.
Di vê derheqê de, malpera “Gooya” raporek belav kiriye, ku di beşeke vê raporê de hatiye:
“Ew êrîşa mûşekî ji aliyê yekîneya mûşekî ya hêzên hewafeza ya Spaha Pasdaran ve hatin avêtin, û yekîneya “pehpad” a hêza bejahiyê ya Spaha Pasdaran jî di vê operasiyonê de beşdar bûn. Li ser bingeha çavkaniyên meydanî, di vê êrîşê de 10-12 mûşekên bejahî bo bejahî ji nav xaka Îranê ve, ber bi aliyê bajarê Koyê ve hatin avêtin ku hinek ji wan 700 metrî dûrtir ji armanca xwe ketin çolistanên derdorê. Lê Spaha Pasdaran ragehand ku wan 7 mûşek avêtin, herçend nûçegihaniya Meşriq ya nêzî Spaha Pasdaran hejmara wan mûşekan 5 dene ragehandibûn.
Malpera “Gooya” herwisa dinivîse:
“Vîdeo û dîmen wisa nîşan didin ku aliyê kêm beşek ji mûşekan ji derdora binkeya El-mehdî li derdora bajarê Urmiyê ve hatine avêhtin. Ew dîmen herwisa nîşan didin ku ew mûşek ji sê “ateşbar”an ve hatine avêtin, ku her yek ji wan dikare çend mûşekan bavêje. Ew dîmenên ku belav bûne nîşan didin, ku serbarê mûşekên ku ji Urmiyê ve hatine avêtin, mûşekên Fatih-110 jî, ji navenda perwerdehiya Siyêd El-şuheda li nêzî Azerşehr a Azerbaycana Rojhilat ve, di vê operasiyonê de beşdar bûn.
Ew dîmen nîşan didin ku aliyê kêm 8 mûşekên Fatih ên 110 ji Azerşehrê ve hatine avêtin.
Mûşekên Fatih ku ji binkeya Siyed El-Şuheda ve hatine avêtin, li ser bedeneya wan FB hatiye nivîsandin, ku nivşa duyem ya malbata mûşekên Fatih 110 e.
Ew mûşek sala 1384`an de hatiye çêkirin, ku heya niha çar cureyên mûşeka Fatih hene.
Hesen Nesrullah jî di sala 1393`an de ragehand ku wan ji sala 2006`an ve mûşeka Fatih 110 hene.
Ew mûşeka ki di roja 28`ê Cozerdana 1396`an de rejîma Îranê li Sûriyê de bi kar anî, mûşekên Zulfeqar bûn, ku nesleke nû ji mûşeka Fatih bûn, lê nekarîn bi tewahî armancan bipêkin”.
Malpera “gooya” di vê rapora xwe zêdetir bas ji lawaziya wan mûşekan di pêkana armancên xwe de dike û dinivîse:
“Ji wan mûşekên ku rejîmê li dijî binkeyên Partiya Demokrat bi kar anîn, tenê du ji wan armancên xwe pecan. Armancpêkana tenê du mûşekan ji koma wan 7 mûşekên ku Spaha Pasdaran bas kiriye, nîşan dide ku ew yek xala lawaz ya Spaha Pasdaran e”.
Navbera bajarê Azerşehrê digel Koyê 230 km e, û Urmiye jî 180 km e. Mûşeka Fatih ku ji binkeya Azerşehrê ve hatiye avêtin, aliyê kêm dikare 300km bibire.
Mûşekavêjên WS-2/3, û mînakên wê yên ku sadiratî ne, bi navên A-200/300 dikarin 200-300km bipêkin.
Sala 2014`an de bû ku Hêza Deryayî ya Îsraîlê bi ragirtina gemiya “Kilus-c” di nava avên behra Sor de, hezar dene ji roketên cur bi cur bi taybetî raketên WS-1 ji vê gemiyê bi dest xist. Lêkolerên NY piştre lêkolîn kirin û derket ku ew raket ji Îranê ve avêtine aliyê rexê Xeze.