Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nadir Oskûyî: Hêzên nûner yên Spaha Quds metrisîdar in

12:38 - 15 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Lêkolerê Bilind yê Şêvra Atlantîk got, hêzên nûner yên di bin fermandehiya Spaha Quds yên li derveyî Îranê metirsîdar in.

Roja Îranê 23`ê Xakelêweyê(12`ê Nîsanê) Nadir Oskûyî Lêkolerê Bilind yê Şêvra Atlantîk, di şirovekirina mijara sebebên Dewleta Amerîkayê yên derheq xistina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di nav rêzbenda reş a  saziyên terorîstî de got, bi dawîbûna “DAÎŞ”`ê  li SÛriye û metirsîdarbûna hêzên nûner yên Îranê , li Sûriye û Îraqê, ev biryara Amerîkayê di demeke goncav de hatiye dan.

Herwisa navbirî, ev biryara Amerîakyê peyamek bo cîhan û bitaybet Hevalbendê wî da zanîn, da ku bide zelalkirin ku tenê rejîma Îranê nine kiryarên terorîstî encam dide, belkû Spaha Pasdaran jî bi awayekî çalakane kiryarên terorîstî  encam dide.

Şvêrmendê berê yê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê zêde jî kir ku: Di rastiyê de, Amerîkayê bi xistina navê Spaha Pasdaran di nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de, derfeta çêkir da ku riyêyeke yasayî bo rûbirûbûna digel kes û kompaniyayên ku digel Spaha Pasdaran alîkariyê dikin çê bike.

Oskûyî li ser vî baweriyê ye ku, ev biryara Amerîkayê di demeke goncav de hatiye gorê, çimkû bi vêdebirina hêzên tundrew yên Sonî meseb, hêzên nûnerê Îranê yên li Îraq û Sûriyê ku girêdaiy hêza Spaha Qods in, dibe metirsiyek li ser hêzên Amerîkayê yên li deverê.

Herwisa navbirî got ku: Spaha Pasdaran di heyamên berê heya niha hêzên nûnerên xwe di deverê de bo kuştina serbazên Amerîkayê piştevaniyên malî û çekan kiriye, wekî teqîna li hemberî binkeya hêzên Amerîkayê yên li Lubnanê ku bo sebeb da ku 240 serbazên Amerîkayê  canê xwe jidest bidin, û herwisa danîna bombeyan ser cadeyan ku bûye sebeba mirina sedha serbazên Amerîkayê li Îraqê.