
Kurdistanmedia: Hevpeyîmaniya navneteweyî ya li dijî “DAÎŞ”ê, bi boneya çalakiyên “Nadya Murad”, lewha rêzgirinê pêşkêşî kir.
Roja Çarşemî, 17`ê Rêbendanê,di yekemîn civîna wezîrên karûbarên derve yên welatên hevpeyman yên şerê li dijî “DAÎŞ”ê, ku ji aliyê “Mike Pompeo”, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî hatibû lidarxistin, lewha rêzgirtinê ji keça Kurd ya Êzidî “Nadya Murad”, bi boneya çalakî û tekoşîna wê hate pêşkêş kirin.
Her di vê civînê de, ku li bajarê “Washington”ê,û li ser çar armancên serekî yên derheq girûpa terorîstî ya “DAÎŞ”ê hatibû lidarxistin, “Mike Pompeo” Wezrê Karê Derve” yê Amerîkayî, bi nûneratiya hevpêymaniya li dijî “DAÎŞ”ê , û bi boeya kar û çalakiyîn bê hempa yên “Nadya Murad”, qorbaniya şerê “DAÎŞ”ê, û herwisa bo dabînkirina mafê dadperwerî û Civaka Êzidyan, lewha rêzgirtinê pêşkêş kir.
“Mik Pompeo” îşare bi pêşvebirina mafê dadperwerî yê qorbaniyên şerê, “DAÎŞ”ê, kir û got, dibe mafê dadperwerî yê qorbaniyên şerê “DAÎŞ”ê hebe, û her di vê derheqê de jî, di nav me de, “Nadya Murad” heye ku ji destê wê girûpa terorîst, hov û dijî mirovî, rizgar bûye, û niha ev xwediyî xelata “Nobel”ê ye.
Nadya Murad di sala, 2016`an de, hevdem digel Lêmiya Beşar, keça din a Êzidî, ji aliyî parlemana NY ve xelata “Sakhrow” wergirtibû, û di dawiyî de jî ji aliyî NY weke nûnera parastina kirameta mirov hate hilbijartin, û xweşnava baliyoza aştiyî wergirt.
Herwisa di sala 2018`an de, hevdem digel “Dr. Denis Mukwege”, xelata “Nobel”ê wergirt.