Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Naftali Bennett belgeyên ku rejîma Îranê ji Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî dizîbûn belav kir

18:51 - 31 Gulan 2022

Roja Sêşemî 31`ê Gulanê serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett” tevî erêkirina rapora dawî ya “The Wall Street Journal” li derheq dizîna belgeyên nehênî yên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ji aliyê rejîma Îranê ve, hejmarek ji wan belgeyan digel beşek ji hûrdgiliyên karê berpirsên rejîma Îranê li ser wan belgeyan, di “Google Drive”ê de belav kir.

 “Naftali Bennett” bi belavkirina lînka wan belgeyên hatinî dizîn ên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ji aliyê Îranê ve tekez kiriye, rejîma Îranê ew belgeyên nehênî bo çewtekarî û perdepoşkirina bernameya berhemanîna çekên navkî bi kar aniye.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser rûpela xwe ya tora civakî a “twitter”ê anîmasiyonek belav kiriye ku, bi awayekî komedî, dizîna belgeyên Ajansê ji aliyê rejîma Îranê ve û hewla vê rejîmê bo perdepoşkirina çalakiyên nehênî yên cihê şik û gunamê yên navkî nîşan dide.

Di vê anîmasiyonê de hatiye ku, rejîma Îranê derev li cîhanê kiriye û Îran dîsan derevan li cîhanê dike û cîhan divê alxeyîn be ku Îran ji vê mijarê nereve.

Rojnameya “The Wall Street Journal” di raporekê de belavkiribû ku, rejîma Îranê ji du dehikên derbasbûyî ve desttpêregihîştin bi raporên nehênî yên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî hebûye û zaniyariyên di wan belgeyan de bona çêkirina senaryo û perdepoşkirina çalakiyên xwe yên cihê şik û gumanê yên berhemanîna çeka navkî, bi kar anîne.