Roja Dûşemî 21ê Adarê, Serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê pîrozbahiya sala nû ya Kurdî anku Newrozêî li neteweya Kurd kir.
Di wê peyama pîrozbahiyê de “Naftali Bennet” gotiye: “Renge di sala nû de bo Kurdan li seranserê cîhanê serkevtin, aşitî û yekîtiyê li gel xwe bîne”.
Herwisa Serokwezîrê Îsraîl di beşa dawiya wê peyamê de bi zimanê Kurdî nivîsandiye: “Newroz li we pîroz be”.
“Naftali Bennet” yek ji wan berpirsên payebilind e ku bi şêwazek taybet Newroz li gelê Kurd pîroz kiriye.