Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Naftali Bennett”: “Em îznê nadin ku Îran bigihe bi çeka navkî”

11:44 - 14 Hezîran 2021

Duh Yekşemî 13`ê Hezîranê, “Naftali Bennett” di parlemana Îsraîlê de wekî Serokwezîrê nû yê Îsraîlê hate nasîn.

“Naftali Bennett” di yekemîn axavtinên xwe de, gef li rejîma Îranê xwar û got: “Em îznê nadin ku rejîma Îran bigihe bi çeka navkî”.

Navbirî daye zanîn ku Îsraîl dê pêwendiyên xwe digel Amerîkayê berfirehtir bike û dê seba aştiyê digel welatên Erebî jî hewlê bide.

Cihê baskirinê ye ku piştî 12 salan dawî bi Serokwezîriya Benyamîn Netanyahu û Partiya wî hat.