Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Naftali Bennett‎: “Li dijî Îraneke navkî her tiştek hewce be em dê bikin”

11:39 - 5 Çirriya paşîn 2021

Serokwezîre Îsraîlê “Naftali Bennett‎” li derheq nêz bûna Îranê bi destpêragihiştin bi çeka navkî huşdarî da û got: “Bo rawestan li dijî "Îraneke Navkî" her tiştek hewce be em dê encam bidin”.

Roja Pêncşemî 13ê Xezelwerê Serokwezîrê Îsraîlê “‎Naftali Bennett‎" di konferansa salane a bi navê “Yekîtî li dijî Îraneke navkî” de ku bi awayê “Online” hatibû lidarxistin li derheq encama  destpêragihiştina rejîma Îranê bi çeka navkî huşdarî da û got: “Destpêregihiştina Îranê bi çeka navikî, wekî destpêragihiştina welatên Tirkiye,Misir, Erebistan û hemû Rojhilata Navîn bi wê çekê ye û eva gefeke mezin bo ser aştiya cîhanî ye”.

“‎Naftali Bennett‎" di berdewamiyê de ragihand ku em di wê rêyê de mandî nabîn û her tiştek ku hewce be em dê encam bidin, herwisa got ku Îran gefek stratejîk bo ser cîhanê ye û nabe derfet hebe ku bigihîje bi armancên xwe û divê Îsraîl û hevpeymanên wê givaşên li ser Îranê bidomînin û di wê rêyê de bi hev re yekgirtî bîn”.

Berpirsên rejîma Îranê wekî “Elî Xamineyî” û çendîn berpirsên din ên rejîma Îranê bi berdewamî gefa li navbirîna Îsraîlê xwarine.