Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” bo cara yekê serdana “Behreyn”ê kir, û roja Seşemî 26ê Rebendanê di civînekê digel rojnameya Behreynê ya bi navê “El-eyam” de ragihand, her rêkevtin digel Îranê şaştiyek stratêjîkî ye û wiha rêkevtinek dê bibe sedema bihêzkirina şiyan navkî û “Tehran” bi milyard Dolaran qazanc dike û kiryarên xwe yên terorîstî bihêz dike û zirarê li welatên deverê dide.
Heriwsa gotiye ku demdirêjkirina rêkevtina “Bercam”ê dibe sedema mehandina zêdetir a Uraniyomê ji aliyê rejîma Îranê ve.
Herwisa di berdewamiyê de diyarî kiriye ku rejîma Îranê bi mebesta wêrankirina welatên bê alî, mijûlê piştevanîkirin ji girûpên terorîstî di deverê de ye û em rê nadin ku ev yeka ser bigire û em şev û roj mijûlê şerkirin digel girûpên çekdar di deverê de ne.
“Bennett” ragihandiye ku rejîma Îranê bo ser “Behreyn û Îsraîl”ê gefek hevpar e.
Herwisa “Naftali Bennett” berê jî ragihandibû ku rêkevtina navkî digel Îranê şaştiyeke ku ewlehiya deverê dixe metirsiyê de.