Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ bo Wezareta Derve a Almanê

11:03 - 5 Gulan 2020

Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di nameyekê de bo Wezareta Derve ya Alman û herdu Partiyên Demokrat Mesîhî û Sosyal Demokrat a Almanê, li derheq qedexekirina çalakiyên Hizbulaha terorîst a Lubnanê di wî welatî de, pêşwazî ji biryara wan kir.

Pêwendiyên Navnetewî ya Hizbê di nameya xwe de ew pêngava dewleta Almanê bi pêngaveke girîng û erênî daye zanîn ku dikare bandorê li ser çalakiyên wê girûpa terorîstî di Almanê de danê ku hevpeymaneke girîng a rejîma Îranê ye û rejîm gelek caran bo cîbicîkirina kiryarên xwe yên terorîstî li dijî cuda bîran û hêzên dijberê rejîmê mifahê jê werbigre.

Her di vê nameyê de îşare bi terora Mîkonosê hatiye kirin ku bû sedema şehîdbûna Sekreterê PDKÎ, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bajarê Birlînê de. Di wê êrîşa terorîstî de çar endamên Hibulaha Lubnanê û Îraniyek beşdar bûn.

Di dawiya nameyê de daxwaz ji dewleta Almanê hatiye kirin ku ew demudezgeh û Saziyên dinê jî ku ser bi dezgehên sîxurî yên rejîma Îranê ne û kiryarên terorîstî dikin, di wî welatî de qedexe bikin da ku bandora rejîma Îranê di wî welatî de berteng be.