Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nan %70 girantir dibe

17:09 - 28 Kanûna pêşîn 2020

Di demsala havîna îsal de piştî kêmbûna nan di Îranê de, karbidestên rejîma Îranê %30 heta %45 nirxa nan bilindtir kirin. niha jî xwedî nanvaxane dixwazin ku nirxa nan %70 girantir bikin.

“Bîjen Newrozî Muqedem” Serokê yekîtiya nanvaxaneyên Tehranê daxwaz kiriye ku nirxa nan %70 girantir be û biriyar e ew nirx bê pejirandin.

Giranbûna nan tev parêzgehên Kurdistan û Îranê ji xwe digre û ew yeka di halekê de ye ku niha jî piraniya malbatan bi pereyê yaranê tenê dikarin nanê xwe yê hewce bikirin.

Di demekê de nirxa nan bilind dibe ku genim li werzêran bi nirxekê kêm tê kirîn, hevdem ard di bazarên Îran û Kurdstanê de kêm e û rejîm bi hêceta nebûna genim ard li welatên derve tîne.

Nebûna ard di bazarên Îran û Kurdistanê de di halekê de ye ku nirxa ard di asta welat de du qat zêde bûye û ji aliyekê din ve rejîm nirxa nan girantir kiriye.