
Di dirêjiya pêla bilindbûna nirxa hewcehiyan di Kurdistan û Îranê de, bi hegera bilindbûna nirxa nan, sifreya xelkê betal kiriye.
Di heyamê çend rojên derbasbûyî de, nirxa nan di çendîn bajarên Kurdistan û Îranê de,bi qasî %50 bilintir bûye û ew bûye sedem ku nerizayetiya xelkê zêdetir bibe.
Xelkê nerazî, di bajarên Kurdistan û Îranê de ragihandine ku, tevî giran kirina nirxa nan bi 300 tumenan, hindek ji nanwaxaneyan, xedrê ji xelkê dikin û Nan biçûktir û siviktir kirine û nirxa wê jî %50 zêdetir bûye û berpirsên rejîmê jî, ti çavdêriyek li ser wê mijarê nekirine.
Roja Yekşemî, 16ê Tebaxê, Yekitiya Nanxaneyan di hindek bajarên Kurdistan û Îranê de,nirxa dawî dane nanxaneyan û pêka erêkirina Yekitiya Nanxaneyan, nirxa Nan bi qasî %50 bilintir bûye, lê piştî nerizayetiya xelkê di hember bilindbûna nirxa Nan, berpirsên rejîmê ragihandine ku, nanxaneyan her bixwe nirxa Nan bilind kirine û ti peywendiye bi mere nîne..
Di heyamê wan 5 mehên derbasbûyî de, ew cara 2emîne ku, nirxa Nan bilind dibe, di despêkê de her Nanekî lewaş, bi 200 tumenan bû û di despêka îsal de, nirxa her nanekî lewaş, bi 250 tumenî bû û niha jî di nirxa nû de, her nanekî lewaş, bi 300 tumenan e.