
Piraniya bajarên Kurdistanê tevî peydabûna bi zehmet yan Nan, hevdem rastî bilindbûna nirxa Ard jî hatine ku bi nirxa 120 hezar tumenî tê firotin.
Tev nanwaxaneyên bajarên “Bokan, Nexede, Mihabad, Miyandav û Urmiyê” û herwisa tev gundên devera “Çemê Mecîdxan” bi sedema kêmbûna Ard û bilindbûna nirxa Ard, rastî pirsgirêkan hatine û wê pirsgirkê pêsîra tev xelkê girtiye.
Xelk gelek bi dijwarî Nan peyda dike û piraniya xelkê amadene ku hekî Nan peyda bibe bi nirxekî zêdetir jî bikirin.
Çavkaniyekî agehdar li ser rewşa Ard û Nan di bajarê Bokanê de ragihandiye: “wê pirsgirêkê 2 armanc hene, yekim rejîm dixwaze nirxa Nan bilintir bike û ya 2yem ewe ku bi trêyliyan Ard dişîne bo Îraq û Ermenistanê.
Hejmarek ji nanewaxane û ardfiroşên girêdayê bi Spaha Pasdaran, qasekî zêde ji Ard enbar kirine û nafiroşin.
Herwisa xwediyê nanwaxaneyek di devera “Çemê Mecîdxan” de bas ji wê yekê kiriye ku: “Xelk bona vergirtina Nanekî zêdetir lahiyan ji me dike, lê di encama kêmbûna Nan û Ard me şiyana wê yekê nîne û em neçarin Nan bi qasekî kêmtir bidne xelkê ku beşa tev malbatan bike, lê dîsa jî nan têra wan nake.
Pêka raporan, heya niha di çend cihan de jî, di sefên nanvergirtinê de li ser vergirtina Nan, şer û levdan hebûye.