Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Narizayetiya malbata girtiyên siyasî yê girtîgeha Êwînê li ber deriyê meclisa Îranê hate gorê

20:37 - 21 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek ji malbatên zîndaniyên siyasî yê benda 350a gortîgeha Êwînê, di meşekê de li ber deriyê parlemana rejîma Îranê narizayetiya xwe ragihandin.

Nûçegihanên naxweyî Îranê bilav kirin, ew meşa roja Yekşemî 20’ê Nîsan a 2014’an, bi nîşana narizayetî li hember eziyet ê lêdana girtiyên benda 50 a girtîgeha Êwînê ji aliyê hêzên îdareya Îtilat û Sipaha pasdaran, birêve çû û ragihandine ku di pêwendiyakî telefonî de ku tevî girtiyan hatiye encam dan, derkevtiye ku girtiyên siyasî serbarî lêdan û kutana wan ji aliyê hêzên rejîm ve bo cihê takekesî veguhastin e.

Sibêdeya roja Pênçşemî 17’ê Nîsan a 2014’an, benda siyasî ya zîndana Êwînê li bajarê Tehranê, bû armanca êrîşên hêzên leşkerî yên îdareya Îtilat û Sipaha pasdar ên rejîma Îslamî ya Îran û 32 girtiyên siyasî ku piraniya wan birîndar bûn, bo cihê takekesî veguhastin e.