
Kurdistanmedia: Berpirsekî Amerîkayê serdana Îsra`îlê kir da ku derheq hevahengkirina şer lidijî terorîzmê bicive.
Roja Duşemî 26`ê Xakelêweyê,”Nathan Sales” wekî nûnerê hevangkirina şerê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê lidijî terorîzimê bo gotûbêjkirin a digel rayedarên Îsra`îlê serdana Urshalime kir.
Wezareta Karê Derve a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehandiye ku, Amerîka û Îsra`îl, derheq gefên hevpar ku herdu welat digel rûbirûne, yên wekî Îran û Hizbulaha Lubnanê, û herwisa rêkixistina pilanên derheq bihêzkirina alîkarî û hevahengîkirina derheq rewşên awarte de wê bicivin.
Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî “John Bolton”Şvêrmendê Ewlehiya Koşka Spî digel “Meir Shabbat” Şvêrmendê Ewlehiya Îsra`îlê ciya.
“John Bolton” li ser rûpela “twitter”a xwe nivîsîbû ku: Wan li ser gefên hevpar û herwisa berxwedanî lihemberî çalakiyên têkderane yên rejîma Îran û ekterên din ku dibine sebeba nearamiyê di Rojhilata Navîn û cihên din yên cîhanê de axavtine.
Serdana wî berpsî Amerîkayê bo, hevahengkêrê şer lidijî terorîzmê yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê bo serdana Îsra`îlê, di demekê deye ku, di heyama hefteya derbazbûyî de, “Donald Trump”, serkomarê Amerîkayê Spaha Pasdaran xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de.”
Li gorî gotina “Donald Tramp”, Spaha Pasdaran, alava serekî a hikûmeta Îranê ye bo birêvebirin û encamdana kiryarên terorîstî.