Saziya Nato anku hevpeymaniya Atlantîka Bakur terhekî nû daye ku dê çalakiya hêzên xwe li Îraqê de zêde bike û hêza xwe 8 beramber bike.
Roja Pêncşemiyê 18ê Şibata 2021an wezîrên derwe yên welatên endam di Nato yê de terhek pejirandind ku dê bi armanca pêşî girtina ji nû ve wegeryana girûpa terorîstiye Daeşê, dê oparasyonên hêzên wê saziyê li Îraqê de zêde bikin.
Yêns Istoltnborg sekertêrê Natoyê di wê civînê de ragihand ku Nato ji bilî evê ku dê çalakî û hêzên xwe li Îraqê de zêde bike, dê berdewam be li ser pêgihandin û perwerda leşkerî a hêzên Îraqî jî.
Sekertêrê Nato yê herwisa got: niha heya qasekê hebûna hêza Natoyê di Îraqê de sinûrdare, lê me biryar daye ku pêngav bi pêngav hebûna hêza xwe di wî welatî de zêde bikin.
Gorî terh û biryara nû a Nato yê, dê ji 500 kes ji hêza xwe zêde bike bo 4 hezar kesan, û dê perwerda serbazî bidne hêzên serbaziye Îraqî.
Sekertêrê Nato yê ragihand ku wê midehê di zaf dewerên Îraqê de çekdarên girûpa terorîstiye Daeşê peyda dibin, lewma emê çalakiyên xwe zêde bikin ku carekî din terorîst nekarin bi keyfa kiryarên terorîstî encam bidin.