
Kurdistanmedia: Nûnerên 29 dewletên endam ên NATOyê li ser aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de, li Brûkselê kombûnek lidar xistin.
Sekrterê giştî yê NATOyê Yêns Sitoltênbêrg (Jens Stoltenberg), piştî kombûnê daxwaz ji Îranê kir da ku ji tundûtîjiyan dûr be û bi aramî serederiyê digel arîşan bike.
Sekreterê Giştî yê NATOyê “Sitoltênbêrg” destnîşan kir, hemû endamên NATOyê ji kiryar û gefên Îranê yên ku dikare ewlehiya devera Rojhilata Navîn xirabtir bike nîgeranin .
Sitoltênbêrg got: Di demên wê dawiyê de, me dît ku hin kiryarên Îranê aramîya deverê xirab kir, wekî mînak êrîşa ser damezrava neftê ya Erebistanê û xistina xwarê ya balafira bê pîlot a Amerîkayê".
Sekreterê Giştî yê NATOYê dîyar kir, pevçûnek nû ne ji bo xêra ti alîyan e û divê Îran xwe ji herçî kiryareke dijwar û gef xwarina bi mebesta tolhildanê dûr bigre.
Herwiha NATOYê, di kombûnê de basa piştevanîya Îranê ji hin rêxistinên terorîstî jî kir û rejîma Îranê wekî piştevanê sereke yê girûpên tunajo di deverê de daye zanîn.