Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nato û Amerîka hêzên leşkerî dikêşînine ser sinûrê okraynê

11:28 - 28 Kanûna Paşîn 2022

Amerîka karwanê 3yê a leşkerî li heyamê hefteyekê de, bi çekên giran û balafirên şer, kêşaye ser sinûrê Okraynê, û haydarî daye Rûsiyê ku dê bi tundî bersiva heçî êrîşekê bo ser Okraynê bide.

Roja Pêncşemiyê 27ê Kanûna Paşîn a 2022an, Cêo Baydên serkomarê Amerîka ragihand : Amerîka û hevpeymanên xwe amadene bersiva heçî êrîşekî Rûsiyê bo ser Okraynê bi tundî bidin.

Serkomarê Amerîka herwisa tekezî li ser tewawiyeta erdiye Okraynê kiriye, û ragihand Amerîka di heyamê salekê de pitir ji nîv milyard dolarî alîkariya mirodostane bi Okraynê kiriye.

Amerîka hefteya derbasbûyî malbatên karmendên balyozxana xwe li okraynê derêxistin, û nîgeraniya xwe li derheq egera şerekî giran bi sedem heçî êrîşekî Rûsiyê bo ser Okraynê da xûyakirin.

Ji aliyekî dinê jî di heyamê mehekê de Rûsiyê pitir ji 100 hezar hêzên leşerî bi cebirxana girane şer, danane ser sinûrê Okraynê ku wê yekê jî welatên rojavayî û bi taybet amerîka gelek nîgeran kiriye.

Antonî Bilînken wezîrê derweye Amerîka ragihand, Hemî cehda Amerîka ewe ku kêşe ji rêka dîplomasî ve bête çareser kirin û şer çênebe.

Kêşa di navbera Rûsiyê û Okraynê li ser girava Kirîme, hesasiyetekî cîhanî bi dû xwe de aniye û hemî aliyek li ser wê baverêne ku li egera êrîşa Rûsiyê bo ser Okraynê, tirsa hindê heye ku Amerîka li ser Okraynê şerê Rûsiyê bike û hingê metirsiya qewmîna şerê cîhanî, yan şerê Etomî jî heye.