Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê Îranê kevte nawa lîsta reş ya Encumena Qelem a Amerîka

13:26 - 20 Gulan 2020

Navê rejîma Îranê, bihegera tepeseriya azadiya Axivtinê, kete naw lista reş ya “Encumena Qelem” a Amerîka yê.

Roja Sêşemî, 19`ê Gulanê, “Encumena Qelem” a Amerîka(PEN America)yê, li derheqê nivîskar û rewşenbîrên binçavkirî li cîhanê, raporek weşandiye û pêka vê raporê, di sala derbasbûyî de, 238 nivîskar û rewşenbîr di cîhanê de bi sedema karên xwe hatine binçavkirinê ku, 14 ji wan binçavkirinan, di Îranê de bûne.

Ew rapora 38 rûpelî, li ser asta cîhanê hatiye berhev kirin û binçavkirin wan kesên ku bi sedema gotin û axivtina xwe di 34 welatan de hatine kirin, di listê reş yê tepeserkirina azadiya gotinê de, “Çîn 73 kes, Erebistan 38 kes, Tirkiye 30 kes û Îran 14 kes”li sala 2019`an, hatine binçavkirin û herwisa ,ji aliyê “Encumena Qelem” a Amerîkayê ve, rejîma Îranê bi yek ji xirabtirîn welatên, derheq tepeser kirina azadiya nivîskar û rewşenbîran hatiye binavkirin.

Herwisa di wê raporê de, îşare bi zêdebûna binçavkirina xweserane yên nivîskaran li heyamê Serkomariya “Hesen Rûhanî” jî kiriye.

Pêka rapora “Encumena Qelem” a Amerîkayê, zêdetir ji nîveya wan binçavkirinan, bi tohmetên girêdayê ewlehiyê ve bûne.