
Pêka dawîn raporan ku ji aliyê Saziya Zanistî a “Times 2022” hatiye belavkirin, zanîngeha Zanista Pizîşkî a Kurdistanê, di warê kêrhatîbûnê, pileya 67`an li asta Îranê de bi dest xistiye û navê wê di rêza 100 zanîngehên “kêrhatî” yên cîhanê de hatiye tomarkirin.
di vê pilebendiyê de, 539 zanîngeh li seranserê cîhanê de ku dîroka wan ji 50 salan kêmtire beşdarî kirine.
Berê zanîngeha Kurdistanê, di warê “hebûna bandora baş” di sala 2021`an di pileya 15`an li asta Îranê û pileya 601- 800`an li asta cîhanê de, misoger kiribû.
Herwisa di lêkolînên zanîngeha “Stenford”ê li sala 2021`an de 14 mamosteyên zanîngeha “Kurdistan”ê li “Sine”, wekî mamosteyên elît di cîhanê de hatibûne hilbijardin.
Pilebendiya “Times” yek ji navûdengitrîn pilebendiyan li asta navneteweyî de ye û her sal zanîngehên kêrhatî yên cîhanê pêka 13 pêweran li çarçoveya 5 pêwerên giştîyên weke “fêrkarî, belgeyan, dahata pîşeyî” di asta navneteweyî de, bi awayekî befireh dadineberhev û pilebendî dike.