Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda amara Îranê: Ji seda 25’ê ciwanên Îranê bêkar in

16:11 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Navenda serhejmariya Îranê nirxa bêkarî di demsala Bihara 2014’an de, %10.7 di Îranê de ragehand.

Navenda serhemjmariya Îranê serbarê amajedan bi jihelkêşana nirxa bêkarî di demsala Bihara îsal, nirxa bêkarî di asta Îranê de ji seda 10.7 ragehand.

Navenda han ragehand: Di demsala Bihara îsal de, du milyon û 530 hezar kes di Îranê de bêkar in.

Li gor wê amarê, nirxa bêkarî di nav ciwanên temen 15 heta 24 salî de, %25 bûye û ev nifşa di civakê de pitir ji 565 hezar kes ji nifûsa bêkariyê bi xwe ve girtiye.

Du navendên serhejmariya Îranê û banka navendî salane hejmarek amar bilav dikin ku ligel hev cudahî heye û rejîma Îranê pêşiya bilav kirina amarên dirust digre.

Parêzgehên Kurdistana Îranê hertim li varê bêkarî û nebûna sermayeguzarî pileya yekem di asta Îranê de hebûne.

Di nûtirîn rêzbendî a parêzgehên Îranê li dor bêkariyê, parêzgeha Kurdakincî a Kirmanşanê bi nirxa ji seda 20.7, bêkrtirîn parêzgeha Îranê ye.